HDP û DBP'ê greva birçîbûnê ya Edeneyê bi dawî kir 2017-11-14 14:56:31 EDENE – Li Edenê ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin hat bidawîkirin. Çalakvanan got ku ew ê li dijî tecrîdê çalakiyên xwe dewam bikin.  Li Edenê rêxistinên HDP û DBP’ê yên Edenê di 8’ê mijdarê de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi hat bidawîkirin. Çalakiya li avahiya rêxistina HDP’ê ya Seyhanê pêk hat 6 rojan dewam kir. 3 komên cuda çalakiyê berdewam kir û posterên Ocalan û wekîlên girî yên HDP’ê daliqandin.    Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ew ji îro şûn ve çalakiya greva birçîbûnê bidawî dikin û dê li dijî tecrîdê dê ji niha şûn ve çalakiyên wan dewam bikin.    PANEL TÊ LIDARXISTIN    Li aliyê din dê di 16’ê mijdarê de bi beşdariya Wekîla HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş û endama Lîjneya Rêveberiya Akademiya Jinan Fîgen Aras bi dirûşmeya “Tecrîd dê winda bike û azadî bi ser keve” li avahiya rêxistina HDP’ê ya Seyhanê li dijî tecrîdê panel bê lidarxistin.