Îşçî: Divê demildest hevdîtin li Îmrali dest pê bikin 2019-04-28 16:52:53   MÊRSÎN – Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Osman Îşçî diyar kir ku tecrîd pirsgirêkek mezin e û got: “Pêwîste hevdîtinên li Îmraliyê demildest dest pê bikin.”    Platforma Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Mêrsînê bi boneya balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê panela bi ser mijara “Tecrîd û Mafê Jiyanê” li dar xist in. Panel li Navenda Kongreyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê dê pêk bihata lê walîtiyê qedexe kir. Li ser vê yekê panel li avahiya Şaxa ÎHD’ê pêk hat. Gellek welatî û parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî panelê bûn.    Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Hakki Demîr ewilî axaftinek kir û bal kişand ser qedexekirina walîtiyê ya cihê panelê û divê ew li dijî biryarên wiha yên OHAL’ê li gel hev cih bigirin. Demîr got çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî ketine astek xeterdar.    Panelê bi pêşandana belgefîlma têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê amadekiribûn dest pê kir.    ‘TECRÎD PIRSGIRÊKEK MEZIN E’    Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Osman Îşçî di panelê de axivî û got: “Girtîgeh her tim qadên me yên hesas in. Grevên birçîbûnê jî her tim ji bo me girîngtirîn e. Çimkî însan bi mafên xwe însan in. Me berê jî grevên birçîbûnê şopandin. Lê vê carê çalakî ji bo daxwazek pêwîst ku bê cih pêk tên. Daxwaza ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne ye. Li girtîgehan tecrîd pirsgirêkek mezin e. Tecrîdkirina Ocalan zorê li ser vê pêvajoyê dike. Tecrîd pêvajoyê hesastir dike. Li gellek girtîgehan binpêkirina mafan pêk tê. Mixabin girtiyên tecrîdê jî protesto dikin tên tecrîdkirin. Me bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re hevdîtin pêk anî û got ku wê têkildarî mijarên girtîgehan bi midurê giştî yê girtîgehan re biaxive. Divê bi Girtîgeha Îmraliyê re gavek berê gavekê hevdîtin dest pê bikin. Çimkî ev maf e. Ji bo dawî anîna grevên birçîbûnê rêya pêwîst ev e.”    Beşdarvanên din jî di panelê de axivîn û bal kişandin ser tecrîdê û girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê.    Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.