Qurbaniyên 1’ê Gulanê bibîr anîn û banga 1’ê Gulanê kirin 2019-04-28 14:46:18 STENBOL – Komîteya Amedakar a 1’ê Gulanê li Taksîma Stenbolê hemû kesên di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û her kesî vexwendin mitînga li Bakirkoyê bê lidarxistin.  Komîyeta Amadekar a 1’ê Gulanê li Kazanci Yokuşu ya li Qada Taksîmê qurbaniyên di pîrozbahiya 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Gellek parlamenter, siyasetmedar, nûnerên sazî û dezgehên civakî yên sivîl li ber Navenda Çanda Atatürk (AKM) li hev kom bûn û bi pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” heta Kazanci Yokuşu meş li dar xistin û dirûşm berz kirin.    ‘TU ZEXT NIKARIN VÊ DÎROKÊ PAQIJ BIKE’    Di bîranînê de ewilî Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu axivî û got: “Qada pîrozbahiya 1’ê Gulanê Taksîm e, lê bes îsal jî li karker û kedkaran hat qedexekirin. Ew kesên dixwazin bîra me jê bibin û paqij bikin, bila baş dizanibin, dê tu zext û qedexe nikaribû vê dîroka bi rûmet ji bîra me bibe. Em ê serweriya haramiyan hilweşînin.”    BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Hevseroka KESK’ê Aysun Gezen jî axivî û behsa têkoşîna pîrozbahiyên 1’ê Gulanê kir û bang li her kesî kir ku beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibin û têkoşîna xwe bilind bikin.    ‘JI KUŞTINÊ TÊR NABIN’    Serokê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz jî hemû komkujiyên piştî komkujiya 1977’an qewimîn bibîr xist û got: “Me şahidiya gellek komkujiyan kir. Ji kuştinê têr nabin.”    ‘EM Ê LI QADAN BIN’    Serokê Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman jî ew ê li dijî her neheqiyê têbikoşin û dê rêxistinên tenduristiyê û hekîm di 1’ê Gulanê de li qadan bin û gotinên xwe bînin ziman.    Piştî axaftinan navê kesên jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin û gotin “Dijîn.” Pişt re qurnefîl danîn şûna kesên lê hatine kuştin.    Komîteya Amadekar piştî bîranînê derbasî Kolana Îstîklalê bû û belavokên vexwendameya 1’ê Gulanê belav kirin. Heta Meydana Şîşxaneyê belavok belav kirin û piştî li vir axaftin kirin dawî li çalakiya xwe anîn.