Ciwanên HDP’î di çavdêriya polîsan de çûn seyranê 2019-04-28 11:48:26   AMED – Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ku ji bo seyranê çûn navçeya Gêlê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê bi boneya seyranê çûn navçeya Gêlê ya Amedê. Ciwan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di têketina navçeyê de wesayîtên ciwanan sekinandin û nasnameyên wan kontrol kirin. Polîsan ji ciwanan re got tenê dikarin di çavdêriya polîsan de seyrana xwe li dar bixin.    Piştî hevdîtin û nîqaşên hatin kirin ciwan bi ekîbek polîsan re ber bi cihê dê seyranê bikin derketin rê.