Îro jî li Kolana Yukselê 4 kes hatin binçavkirin 2017-11-14 14:31:12 ENQERE - Polîsan êrîşê çalakvanên ku piştgirî dida Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, 4 kes binçav kirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 251'an de dewam dike. Çalakvanên her roj piştgiriyê didin Gulmen û Ozakça û çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li Kolana Yukselê pêk tînin, 371 roj e dewam dike. Çalakvanên ku xwestin li kolanê daxuyaniyê bidin, li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Çalakvanên li vir dirûşmên piştgiriya ji bo Gulmen û Ozakça qêriyan, polîsan êrîşê wan kir û çalakvanên bi navê Îlker Işik, Nazan Bozkurt, Sîmge Aksu û Mehmet Dersulu binçav kirin.