Mizrakli: Ji niha û pê ve divê em ji bo karê xwe tevbigerin 2019-04-28 09:03:14   AMED – Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ji bo texrîbata qeyûm got: "Bêyî hewce bi gotinê hebe, cîhanê texrîbata wan dît. Divê em ji niha û pê ve karê xwe bi awayekî adilane bikin."    Hevşaedarên Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen, texrîbatên qeyûm Cûmalî Atîlla bi gel re parve dikin. Hevşaredar Mizrakli bal kişand ser texrîbat û deynên bi destê qeyûm hatine kirin. Mizrakli, anî ziman ku qeyûm bi feraseta rêveberiyên herêmî tevnegeriyaye û got: "Wexta me nêvenga ku ji bo xwe xiyal kiriye dît, derket holê ku ji bo xwe bipraêze cam û deriyên bizirx çêkiriye. Ji bo vê jî îsrafeke gelekî mezin kiriye. Li cihekî wek Amedê ku xizanî zêde ye, ji bo xwe qesreke minyaturî çêkiriye."    TU TIŞT JÎ NEKIRIYE    Mizrakli, bal kişand ser pereyên ji bo weqf, komele û cemaetan hatiye xerckirin û destnîşan kir ku qeyûm bi polîtîkayên partîzanî tev geriyaye. Mizrakli, got: "Wexta derketiye derve nav gel jî bi şik û guman tev geriyaye û pêwendî bi gel re daneniye. Tenê hin tiştên li ber çavan dikevin kiriye, ên wekî peyzaj, asfalt û sererastkirina hin parkan. Yanî di warê pirgsirêkên avaniyî de tiştek jî nekiriye. Di warê çand û hunerê, di warê tenduristî û perwerdehiyê tiştek jî nekiriye. Saziyên heyî hemû rawestandiye û girtiye. Saziyên şaredariyê tahsîsî cemaet û weqfan kiriye."    Mizrakli, bi brî xist ku wan hin texrîbatên qeyûm bi dîmenan parve kiriye û got: "Wisa difikirim divê êdî em ji vê derkevin. Texrîbata hat kirin, bêyî hewce bi gotinê hebe, Tirkiye û cîhan dît. Divê em ji niha û pê ve li karê xwe binerin. Divê em ji niha û pê ve bi feraseteke adilane ku û rêveberiyeke li ser asasên xizanan karê xwe bikin. Nexasim jî di warê çand, huner, perwerdehî û tenduristiyê de divê em tev bigerin."    PÊDIVIYÊN SEREKE YÊN GEL    Mizrakli, anî ziman ku dibe ku şaredarî deyndar bibin, lê divê ev deyndarî ji bo pêdiviyên sereke yên gel bin û got: "Têgîna deyn, têgîneke wisa ye ku divê bin wê bê dagirtin. Wexta em bi hev re li ser wan dîmenan hûr bibin, eger ji bo sefaheta xwe hatibe kirin û ji bo pêdiviyên gel nehatine kirin, divê lêpirsîna vê yekê bê kirin. Wesfa deyn û çawaniya wê muhîm e." Mizrakli, anî ziman ku ew ê bi polîtîkayên li gor pêdiviyên sereke yên gel tev bigerin.    ‘QEYÛM FELAKETEKE CIVAKIYÎ Û SIYASÎ YE'    Mizrakli, destnîşan kir ku wê di bin banê meclîsa şaredariyê de komîsyonek bê avakirin û wê ev komîsyon texrîbatên qeyûm derxîne holê û got: "Qeyûmtî, felaketeke civakiyî û siyasiyî ye. Behsa Komîsyona Tespîtkirina Xisarê hat kirin. Lê wê komîsyona lêkolînê bê avakirin û wê hemû kar û barên di dema qeyûm de hatine kirin lêkolîn bike. Di heman demê de meclîs organeke venihêrîner e." Mizrakli, bilêv kir ku ew ê di vî warî de ew bi hesas tev bigerin û her tiştî derxînin holê.    DEYNEKÎ PIR GIRAN   Mizrakli, destnîşan kir ku qeyûm deyneke pir zêde xistiye stiyê şaredariyê û got: "Wexta em hejmara deyn aşkere bikin, divê wexta pisporên hesêbgêriyê, Dîwana Muhasebatê û saziyên navnetewî hesab bikin li hev derên. Eger we ji bo sefahatê bi akr anîne, nexwe hûrguliyên deyn pir girîng e. Wexta roj bê û ev mijar tam zelal bibe em ê aşkere bikin. Lê dikarim bêjim deyneke pir mezin heye."    LI SÛRÊ PIRSTÛKXANE    Her wiha Selçûk Mizrakli, destnîşan kir ku ew ê bi pirtûkên ji bo pîrozbahiyê diyarî şaredariyê hatine kirin, li Sûrê "Pirtûkxaneya Kuçeyê" vebikin û got: "Kulîlk pir xweşik in. Temenek wan heye, lê pirtûk heta hetayê dimînin. Di nav pirtûkan de bi sedhezaran kulîk hene. A rast em li gor pêdiviyê tev geriyan. Me nexwest îsraf çêbibe. Bila tştekî bakî be. Bila bibe bîranîna van rojan."    MA / Ozgur Paksoy