‘Dest ji tundiya polîsan a li dijî dayikan berdin' 2019-04-27 17:25:09 AMED/ÊLIH - Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan vê heftê jî çalakiyên xwe pêk anîn û aqûbeta windahiyên xwe kirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 533’yemîn de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kirin.   Di çalakiya vê heftê de serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî. Zeytun di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê derhiqûqî ye û divê demildest tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne.”   Zeytun destnîşan kir ku rewşa girtiyên ku ketine greva birçîbûnê gihiştiye asta krîtîkbûnê û tevî vê yeke jî girtî tedawiyê qebûl nakin. Zeytun bal kişand ser mudaxeleya polîsan a li dijî dayikan û xwest şîdeta polîsan a li hemberî dayikan bi dawî bibe.   Piştî axaftina Zeytun endamê Komîsyonan Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mehmet Erturk ku di 1989’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliye çeteyên dewleta tirk ve hat binçavkirin û windakirin, xwend.   Piştî daxuyaniyê xizmên windayan çalakiya rûniştinê pêk anîn.   ‘BILA EDALET BÊ BI CIH ANÎN    Li Êlihê jî, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 439'an de li avahiya ÎHD'ê çalakî li dar xistin. Endamê parazvanên mafên mirovan, parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin.    Di çalakiyê de li ser navê malbatên girtiyan Afiye Bîtmen axivî û got: "Ev zilm bi sedsalane tên kirin. Em hatin qetilkirin, windakirin û girtin, lê me tu carî paşve gav ne avêt. Îro 7 hezar girtî ji bo edalet pêk were di greva birçîbûnê dene. Em tenê ji bo xwe edaletê naxwazin. Em ji bo hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn edaletê dixwazin. Lê tenê bedela vê yekê Kurd didin. Evqas mirov li Tirkiyeyê dijîn. Hemû kes rastî bêedaletiyê tên. Ma çima bêdeng dimînin. Werin em bi hev re li dijî vê edaletiyê derkevin."   Dûre rêveberê ÎHD'ê Mehmet Zekî Tanguner jî axaftinek kurt kir û xwest hemû kes dengê xwe bilind bikin. Tanguner pişt re çîroka Orhan Yakar ê hîna 15 salî bû û di sala 1996'an dema çû Stenbolê windabû û carek din agahî jê nehat girtin xwend û aqubeta wî pirsî.