Xizmên girtiyan li Pirsûsê dest bi çalakiya nobetê kirin 2019-04-27 16:24:10   RIHA - Malbatên zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê dene, li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê dest bi çalakiya nobetê kirin.  Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Pirsûsa Riha dest bi çalakiya nobetê kirin.    Parlementera HDP’ê ya Rîha Ayşe Surucu, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştîyê ya Pirsûsê û gelek welatiyan piştgirî dan çalakiya malbatan. Xizmên girtiyan, berî dest bi çalakiya nobetê bidin, daxuyanî dan çapemeniyê.   Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu, destpê kê axivî û wiha got: “Rewşa girtiyan asta krîtîkbûnê derbas kiriye. Îro malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, dest bi çalakiya  rûniştinê kirin. Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên me ne. Emê heya dawiyê li gel malbatên girtiyan bin.”   Piştî Surucu birayê Nîhat Ekmez ê 127 rojin li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê di greva birçîbûnê deye, Serhat Ekmez, axivî û diyar kir ku ji bo demokrasî û aştî li vî welatî pêk were, bedena xwe  ji mirinê re razandine. Ekmez, dest nîşan kir ku ji bo ew bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de, wan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   Bavê Ekmez, Mahmût Ekmez jî, xwest ku hemû kesên dibêjin “ez jî dikarim” bikevin nava tevgerê û ji bo bibin dengê zarokên xwe, divê tevbigerin.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, bi şev û rol çalakiya nobetê dê berdewam bike.