Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Gunduz hat berdan 2019-04-27 15:27:39   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Fatma Gunduz a bi îdîaya “Propangandeya rêxistinê kirin”di encama îtîraza hat kirin, hat berdan.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di 7’ê Nîsanê de bi îdîaya “Propagendeya rêxistinê kirin” hat girtin. Parêzerên Gunduz piştî demekê girtina muwekîlê xwe îtîraz kirin. Dadeha Cezayê Sulhê îtîraza parêzeran qebûl kir û derbarê Gunduz de biryara berdanê da.   Gunduz a li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat girtin, piştî biryara dadgehê di saetên şevê de hat berdan.