Li Nisêbînê ciwanek li ber mala xwe hat kuştin 2019-04-27 12:36:02     MÊRDÎN - Li Taxa Stlilîlê a navçeya Nisêbînê ciwanê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa bi çek hat û jiyana xwe ji dest.   Li Taxa Stilîlê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, duh şev saet 23.00'an, ciwanê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya yê 25 salî li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke bi çek de, hat kuştin. Nasnameya  kesê Kaya kuşt nehat zanîn. Kesê bi çeke lûle dirûş êrîşî Kaya kir, ji cihê bûyerê reviya.    Ji bo otopsiyê cenazeyê Kaya rakirina Morga Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyar kirin ku di encama otopsiya hat kirin de, hat tesbîtkirin ku 22 gule li bedena Kaya ketine.