Ayşe Îlyan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin 2019-04-27 12:29:14   RIHA - Li navçeya Wêranşar a Rihayê, jina 28 salî Ayşe Îlyan, ji aliyê hevjînê xwe ve li nava kolanê hat kuştin.   Li navçeya Wêranşar a Rihayê, jinek din hat kuştin. Bûyer li Kolana 766 a Taxa Yenî li tanişta depoya avê pêk hat.  Li gorî agahiyan, jina 28 salî Ayşe Îlyan, hevjînê wê yê navê wî nehat zanîn ê hat gel wê û ji ber sedemekê ku nehat zanîn kêr kir û ji cihê bûyerê bi lez û bez reviya.    Jina ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest. Li ser agahiyên kesên derdorê polîs hatin cihê bûyerê û ji bo binçavkirina hevjînê Ayşe Îlyan dest bi lêgerînê kirin. Dozger hat cihê bûyer, cenazeyê jina ciwan lêkolîn kir û rakir morga nexweşxanê.