‘Heya ku berxwedana me bigihêje armaca xwe emê têbikoşin’ 2019-04-27 11:47:38 MÊRSÎN - Ozgur Eksîk ê bi 7 hevalên xwe re 112 rojin li Girtîgeha Tîpa L a Rize digreva birçîbûnê deye, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiya wan zêde dibe û got: “Em 75 girtî di çalakiyê dene. Heya ku berxwedana me bigihêje armanca xwe amê têkoşîna xwe berdewam bikin.”    Ligel Hevserokê KCD’ê Leylan Guven, bi hezaran girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene. Yek ji van girtiyan Ozgur Eksîk ê 27 salî yê 112 rojin li Girtîgeha Tîpa L Rize di greva birçîbûnê deye. Eksîk, ji Şaxa TÛAY-DER a Mêrsînê re nameyek şand, bal kişand ser rewşa xwe û bang hestiyariyê li raya giştî kir.        23 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LÊ BIRÎN   Eksîk, di nameya xwe de wiha got: “Ez di sala 1992’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê hatim dinê. Di heman salê de gundê me hat bombekirin. Lli ser vê malbata min koçî Mêrsînê dikin. Di dama bombekirinê de xwişkek min jiyana xwe ji dest da. Bavê min jî, di sala 1993’an de, di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ez di sala 2009’an de bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û di dawiya sala 2012’an de hatim berdan. Di sala 2014’an de dîsan hatim girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 23 sal cezayê girtîgehê li min birîn.    JI POZANTIYÊ HEYA RIZE   Bi giştî 4 caran hatim girtin û ez sûrgînê girtîgehên cuda kirim. Destpê kê li Girtîgeha Zarokan a Pozanti ku bi îşkencê û mûameleya xerab demek ket rojê man. Dûre li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê, Girtîgeha Tîpa M a Sîlîfkê, Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye, Girtîgeha Tîpa M a Wanê, Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, Girtîgeha Colemêrgê mam û herî dawî jî ez şandin Girtîgeha Tîpa L a Rize ye.”     'PIRSGIRÊN TUNDURISTIYÊ ZÊDE BÛNE’    Eksik, di dewam nameya xwe de bal kişan ser pirsgirêkên tenduristiyê yên dijîn û wiha got: “Ez û hevalên min Mûstafa Turkan, Veysel Guler, Murat Şîmşek, Erdem Akti, Şiyar Kara, Orhan Şakar û Huseyîn Yildirim me di 5’ê Çile de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di 1’ê Adarê de 67 hevalên me yên din jî beşdarî çalakiya me bûn. Heya niha me 10-12 kîlo dane. Serê me diêşe, bêhalî û westandin bi me re çêdibe û berçavên me reş û tarî dibe. Lê ligel vê jî marolê me bilinde.”    ‘EM ŞANAZIN’   Eksik, destnîşan kir ku ew 75 kes çalakiya xwe berdewam dikin û wiha dawî li nameya xwe anî: “Di sala 2012’an de jî ez ketibûn çalakiya greva birçîbûnê. Me agahiya şehadeta rêhevalên xwe yên fedaî Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet û Zehra Saglam bi xemgîniyek mezin bihîst. Em çiqas xemgîn bin, lê ewqas jî şanazin. Ji ber ku rêhevalên me yên wisan esîl hene û em rêhevalên weke wane. Di serî de serê malbatan, gelê me yê welatparêz, Rêberê PKK’ê Abadullah Ocalan û hemû rêhevalên me sax be. Heya ku berxwedana me bigihije armaca xwe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”