Mîhrîcana Şanoya Amedê bi lîstika ‘Tenê Ez’ destpê kir 2019-04-27 11:08:17 AMED – Bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Mîhrîcana Şanoya Amedê bi pêşandina lîstika navê “Tenê Ez” destpê kir, 7’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê ya bi dirûşmeya “Heqîqet Azad Dike” hat amadekirin û diyarî Mehmet Emîn Yalçinkaya ê sala çûyîn jiyana xwe ji dest da, hat kirin, bi pêşandina lîstika “Tenê Ez” a koma Teatra Jiyana Nû li Şanoya Bajar a Amedê destpê kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Hevşaredariyên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmên Uyanik, nûnerên gelek saziyên civaka sîvîl û gelek kes beşdarê verkirin mîhrîcanê bûn. Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê Ozcan Ateş û Berfîn Emektar berî pêşandana şanoyê bi Kurdî û Tirkî axaftina vekirinê kirin.    ‘HUNER BIRÎNAN SAX DIKE’   Dûre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen derketin ser dikê û her yek ji wan axaftinek kurt kirin. Alokmen, Şanoya Bajêr a Amedê şibant fanosekê ya di demên tarî de û wiha got: “Huner birînan sax dike.”  Mizrakli jî, diyar kir ku çîrok naqede û got: “Her tişt hildiweşe, her tişt tune dibe, lê çîrok her tim dimîn e. Ev çîrok îro li vê derê ber dewam dike.”   HESEROKÊN GIŞTÎ PLAKAT DAN LÎSTIKVANAN   Piştre koma Teatra Jiyana Nû lîstika binavê “Tenê Ez” pêşkêş kirin. Lîstîk rastîk eleqeke mezin a temaşevanan ve hat. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî dûre plakat dan lîstikvanên ser dikê.   BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ    Ji vir û şûn de hemû lîstikên mîhraçanê, dê li Salona Şanoya Amed Huner a Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên pêşandan.     27’ê Nîsan Şemî    19.00: Ji Min Evqas    28’ê Nîsan Yekşem   *15.00: Tenê ez   * 19.00: Mal be kol   29’ê Nîsan Dûşem    * 19.00: Zargotin zêrgotın e   30’ê Nîsan Sêşem   * 19.00: Kozik   1 Gulan Çarşem   * 19.00: Zabel   2’ê Gulan Pencşem   * 15.00: Zabel   * 19.00: Altust   *20.00: Lal Hayat   3’ê Gulan În    * 17.00: Ozgur palyaço guçleri   * 19.00: Teyba dawî a krapp   4’ê Gulan Şemî    * 15.00: Ji akademiyê re raporek    5’ê Gulan Yekşem   * 19.00: Tartuffe