Wê polîsê ku Mazlûm ê 16 salî kuşt ji nû ve bê darizandin 2019-04-27 09:39:10   MÊRDÎN – Li Qoserê, polîsê bi navê Suleyman Esenboga, Mazlûm Tûranê 16 salî kuştibû. Dadgehê sal û 10 meh û 15 roj ceza li Esenboga birî. Lê belê parêzeran îtiraz kir û dadgehê îtiraza wan qebûl kir. Parêzerê dozê Erdal Kûzû, anî ziman ku divê doz bi sûcê "kuştina bi qesdî" bê kirin.    Di 28'ê Tebaxa 2015'an de li Qosera Mêrdînê bi îdiaya "guh nedaye hişyariyê" Mazlûm Tûran ê 16 salî hatibû kuştin. Piştî kuştina Tûran, polîsê bi navê Suleyman Esenboga hatibû darizandin. Di danişîna dawî ku di meha Çileyê de pêk hat dadgehê 3 sal ceza li Esenboga birîbû. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê cezayê hat birîn kêm kir û daxist sal û 10 meh û 15 rojan û ecza taloq kiribû. Li ser vê parêzeran îtiraz kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê îtiraza parêzeran qebûl kir û xwest doz ji nû ve dest pê bike.    Piştî vê biryarê wê doz di 19'ê Hezîranê de ji nû ve dest pê bike.    Parêzerê malbata Tûran, Erdal Kûzû diyar kir ku biryara ku bila doz ji nû ve pêk bê biryareke di cî de ye û divê bersûc vê carê bi sûcê "kuştina bi qesdî" bê darizanin, çimkî rasterast hedef hatiye girtin û bi vî awayîî hatiye kuştin û di qanûnê de jî beramberiya vê yekê kuştina bi qesdî ye.    MA / Ahmet Kanbal