Sazî bi sazî digerin û bal dikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê 2019-04-27 09:18:08 STENBOL – Endamên ESP, SKM, SGDF û OGK'ê tevî xizmên girtiyan dest bi greva bidom û dorveger kirin û serdana sazî û dezgehan dkin û balê dikişînin ser armanca çalakiyê.  Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kir didome. Her wiha endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP9, Meclîsa Jina Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Jina Ciwan a Azad (OGK) jî bi dirûşmeya "Tecrîd bi dawî bibe, deng bide Leylayê" dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin û niha koma sêyem di grevê de ye. Kesên ji bo 3 rojan dikevin greva birçîbûnê, di heman demê de serdana sazî degehan jî dikin û di vê serdanê de balê dikişînin ser armanca çalakiya greva birçîbûnê.    Endama SKM'ê Cansû Akkaş jî diyar kir ku hem ji bo destekê bidin greva birçîbûnê hem jî ji bo civak tev bigere wan serî li rêyeke bi vî rengî daye û got: "A rast girtiyên di greva birçîbûnê de li gor ên derve azadtir in. Ên li hundur fikrên xwe bilêv dikin. Lê ên li derve nikarin bilêv bikin. Yanî tirsek heye. Wisa difikirim ku girttî ji bo vê tecrîdê bişikînin ketine greva birçîbûnê. Ji bo destekê bidim wan ketim greva birçîbûnê. Di dema grevê de em tim serdana saziyan dikin û divê mirov çawa destekê bide em fikrên xwe bilêv dikin."    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'    Endama OGK'ê Neslîhan Dûran, bal kişand ser vîna jinan û ji bo grevên birçîbûnê berbelav bibin û gel tev bigere me serî li rêyeke wisa da û got: "Tenê ne li girtîgehan, li her derî tecrîd heye. Lê li ser jinan tecrîdeke taybet heye. Di 8'ê Adarê de astengkirina jinan a ji bo daketina kuçeyan, di 25'ê Mijdarê de girtina Taksîmê, êrîşên polîsan.... Loma em jî kuçe bi kuçe digerin û balê dikişînin ser vê tecrîdê. Ev tenê ne meseleya ku mirovê bedena xwe bide ber birçîbûnê. Ev lêgerîna ji bo edalet û azadiyê ye. Em baş dizanin wê bi berxwedana hevrêya me Leyla Guven têkoşîna me ya ji bo edalet û azadiyê jî veguhere qîrîneke mezin. Em ê bi ser bikevin."    ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ DERkEVE'    Endamê SGDF'ê Mert Karatag jî diyar kir ku divê di serî de tevgerên jinan û bi giştî her kes li dijî vê yekê derkeve û got: "Ji ber vê di greva birçîbûnê de me. Teqez em ê bi ser bikevin."    Îbrahîm Gerçek ku 56 roj in xwarziya wî Hulya Gerçek di greva birçîbûnê de ye jî got: "Em destekê didin hevrêyên xwe yên bedena xwe dane ber birçîbûnê. 56 roj in Hulya di greva birçîbûnê de ye. Ji bo bibe dengê berxwedana Leylayan ket greva birçîbûnê. Peywira me jî ew e ku em bibin dengê wan û vê bêdengiyê bişikînin."    MA / Ferhat Çelik