'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye' 2019-04-27 09:16:28 COLEMÊRG - Necîma Tûran ku kurê wê Ridvan Tûran 124 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza zarokên wan daxwaza wan e.  Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê Ridvan Tûran 124 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Necîma Tûran, diyar kir ku rewşa kurê wê di asteke krîtîk de ye.    Tûran, anî ziman ku kurê wê gotiye tenduristiya wan nebaş e, lê belê ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Tûran, bilêv kir ku herî zêde dê û bav ji ber vê rewşê diêşin û got: "Em herî zêde jî bi kesên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn êşiya. Xwedê sebrê bide dê û bavên wan. Em dixwazin rojek berî rojekê ev tecrîd bi dawî bibe. Êdî em naxwazin ji girtîgehan xebara mirinê bibihîsin."    'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'    Tûran,  got: "Em her sibeh li ser sifrê rûdinên, lê belê tim kurê min tê bîra min û ji ser sifrê radibim. Ev her roj wisa ye. Êvarî wexta dinerim odeya wî vala ye, dilê min diêşe. Zarokên me li hundur li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Daxwaza wan daxwaza me ye jî."