Eseserd: Divê Şam mafê Kurdan bi qanûnan mîsoger bike 2019-04-27 09:01:04   SILEMÊMANÎ - Endamê Dîwana Serokatiya YNK’ê Ferid Eseserd diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê YNK’ê û KDP’ê li hev kirine, lê hêj ev li hevkrin bi awayekî fermî îmze nekirine. Eseserd anî ziman ku li bendê ye di nava mehekê de hikûmet bê avakirin. Eseserd anî ziman ji ber her çerçeyek Kurdistanê bi meseleyên xwe yên herêmî eleqeder dibin meseleya yekîtiya neteweya kurd ne rojeva sereke ye. Ferid Eseserd bal kişand ser reşwa Kurdên Bakurê Sûriye jî û wiha got: “Divê Kurd û Şam li hev rûnên û Şam mafê Kurdan bi  qanûnan mîsoger bike.” Endamê Desteya Serokatiya YNK’ê Ferid Esesert li ser rewşa hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, rewşa yekîtiya neteweya kurd, Kurdên Sûriye, hêza Kurdan a li ser hevsengiya cihanê nirxandinên girîng kir. Esesert, ewil li ser meseleya derengmayîna avakirina Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê rawestiya û wiha got: “Ew kesîn e ku pêxiste kabineyê nû bê avakirin. Lê li gelek walatên ku krîz hebûye Mînak li Lubnanê pêkanînê hikumet 8 mehan dom kir. Li Almanya hikumeta dawî merkel 6 mehan dewam kir. Ev kabineya yekemîn e ku hikûmta herême herî zêde dereng maye. Lê praniya nerinan dibêjin ku wê mehek din hikûmet bê avakirin. Em digel KDP gihiştine lihevkirinê. Lê heta niha lihevkirina me nehatiye imzekirin. Diviya bû ku 10 roj berê hatibûya îmzekirin. Lê pirsgirekek di navbera KDP û goran de çêbû. Pirsgirek li ser wê rêketftinê bû ku di navbera me û KDP’ê de hat çêkirin. Ji ber wê jî KDP got ku emê pirsgrêkên xwe li gel Goran hal bikin. Em jî niha li benda wan in ku li hevbikin. Piştre rekeftinên xwe îmze bikin.    HIKÛMET TENÊ KARÊ PRATÎK DIKE LÊ NIKARE JI BO PÊŞEROJÊ BIRYAR BISTÎNE   Bi piratîkê ne avakirina hikûmetê zêde li ser gel bandora neyînî nakin. Niha jî hikûmet heye. Lê kabîneya 8 hêj jî karê xwe dike. Lê ev hikûmeta niha li ser kar nikare biryarên mezin bistine. Lê karên rojanê dimeşîne  Kabineya 8’an ê niha li ser kar e tu biryarek li ser meseleyên derve û nava xwe dernaxe. Tenê karê pratîkî dimeşîne. Karê xwe dihêle bo kabîneya nû.”    MESELEYA YEKÎTIYA KURD LI PIŞT MAYE    Esaserd, bal kişand ser mijara yekîtiya neteweya Kurd jî wiha axivî: “Ez nerina xwe dibejim. Helwestek me ya fermi di vê derbarê de tune ye. Nerina min wisa ye ku pirsên neteweyî yên ku grêdayî gelemberiya Kurdistanê paşve ketiye. Her perçeyek Kurdistan zêdetir li ser pirsgirêkên xwe yên navxweyi disekinin. Kêmtir li ser perçeyên din disekinin. Mînak Başurê kurdistan têkiliyê wî li gel Bakur û Rojava heye. Hinek pirsgirêk hene başurê Kurdistan nikare ji nava derkeve. Lê bi şiklekî gişti ewê bi hizb û hikûmetê başûrê Kurdistanê eleqeder dibe. Zêdetir girîngî didin nava pirsgrekên navxweyî. Lê têkilî di navbera wê û perçeyên din de qut nabe.”   GEL YEKÎTIYÊ DIXWAZIN    Nakoki zêde ne. Em 25 salin hewldana wê yekê didin ku Kongrya Yekitiya Kurdistan çê bibe û hemû alî beşdar bibin. Lê 25 salin me nikaribû vê yekê pêk bînin. Texmin nakim ku em bikaribin di pêşerojê de vê yekê pêk bînin. Lê lazim e ku evtêkiliyen navbera aliyan de berdewam be. Niha jî berdewam dike. Lê li gorî pêngavan hin caran geş dibin, hin caran jî paşve diçin. Belkî hinek ji wê stratejiya hizban be. Mînak KDP têkiliya wi li gel Tirkiye ji YNK’ê zêdetir e. Pêwendiya me li gel Rojavayê Kurdistan zêdetir e. Ev yek jî bandor li ser vê meseye dike.”    EM DIKARIN SÎWANEK YEKÎTIYA KURDAN AVA BIKIN   Endamê Desteya Navendî ya YNK’ê Eseserd rewşa kurdan hinekî kişand ser rewşa ereban û wiha pêde çû: “Nerîma min wisa ye ku em ezmunên ereb dubare dikin. Ereb jî berê behsa wê dikirin ku tenê dewleteke kendavê erebî heta Okyanusê Atlantik hebe. Pştre ev çênebû. Mecbur razibûn ku pêwendiya di navbera xwe de xurt bikin. Nav lê kirin ku têkiliya geşbûna navbera welatên ereb xurt bikn. Niha jî tu kesî behsa yekgirtiya ereban nake. Nerin wisa ye ku em jî di wê pêngavê de derbas dibin. Her diçe meseleya yekîtiya Kurdistan bi dawî dibe. Her perçeyek li gorî xwe li ser babetan disekine. Herî zêde em dikarin siwanekê ava bikin. Em di binî de kom bibin. Di bin siya we sîwanê de bi hevre kar bimeşînin."   LI IRAQÊ BI QANÛNAN KURDISTAN HATIYE QEBÛLKIRIN LÊ DI QANÛNÊN TIRKIYE DE KURDISTAN TUNE   Eseserd bal kişand ser înkara Erdogan a Kurdistanê jî û wiha lê zêde kir: “Heger ku em bi şiklekî kanûnî binerin li Tirkiye tiştek bi navê Kurdistan tune ye. Lê li Iraqê destûr (bifermi) Kurdistan hatiye qebûlkirin. Li Îranê eyaletek heye navê wê Kurdistan e. Nerin wisa ye ku hikumet û Serokomariya Tirkiye nikare di çarçoveya destûrîder keve. Ger em bixwazin di vê meseleyê de guhertin çêbibe. Divê zagon bê guhertin.”     DIVÊ KURDÊN SÛRIYE Û ŞAM LI HEV BIKIN û ŞAM MAFÊ KURDAN MÎSOGER BIKE    Eseserd, li ser rewşa Kurdên Bakurê Sûriye jî rawestya û wiha pêde çû: “Me weki YNK’ê nerîna me wisa ye ku pirsgrêka Kurdên Sûriye divê li sûriye bên çareserkirin. Seneryoya herî baş ewe ku Kurdên li Bakrê Sûriye li gel Şamê li hev bikin. Şam mafê Kurdên Sûriye bide wan. Li gorî qanûnê Sûre mafê Kurdan misoger bike. Ew dem pirsgir3ekek mezin ji bo Sûriyejî çênabe.”     YA GIRÎNG CÎHAN ÇAWA LI KURDAN DINERE, NE TIRKIYE YE    Eseserd nerina Tirkiye û cîhanê ya li hemberî Kurdan ji nirxand û wiha pêde çû: “Kurdên Sûriye hêzek mezin e. Tev li şerê li dijî DAIŞ’ê bûye. Kariye ku Bakurê Suriye ji DAIŞ’ê biparêze. Hinek bajarên ku ne kurdin ji ji DAIŞ’ê rizgar kiriye. Em li dijî Tirkiye li vê meselê dinerin. Wekî ku Tirkiye lê dinere em lê nanerin. Kurd ji bo Suriye ne taluke ye. Tirkiye çawa li Kurdan dinere ne girîng e. Ya girîng cîhan çawa li Kurdan dinerin. Hemû cihan weki teror li Kurdên Suriye û PYD’ê nanere. Lê Tirkiye azad e ku weki toror binere ya nenere. Ya muhim cihan çawa  li meseleya kurdan dinere. Niha du alî li cîhanê çêbûye. Tenê Tirkiye Kurdên Suriye wekî terorist nas dike. Lê hemû cîhan Kurdan wekî têkoşerê li dijî DAŞ’ê nas dike. Li Başurê Kurdistanê gele başur û xelkê Iraqejî weki cîhanê li Kurdan dinere. Ku Kurd hêzek bi bandor bûn ku li hemberî DAIŞ’e şer kir. DAIŞ li Iraqe ji aliyê Artêşa Iraq û pêşberê Haşdi Şahbi hat tekbirin. Li Suriye jî DAIŞ ji aliye PYD’ê û Kurdên Sûriye hat têkbirin. Firansa Terorîstan pêşwazînake. Ger ku PYD terorist bûya Fransa wê ew bigirtana û darizandina. Lê tevî vê yekê jî wekî terorist narenere wekî têkoşerek li dijî teror ew wêşwazî kirin.    Li her çar welatê Iraq, Iran, Tirkiye û Suriye meseleyek bi navê meseyela Kurd heye. 4 dewlet dive vê meseleyê hal bikin. Nerîma min wisa ye ku ev pirsgirêk li Iraqê hatiye çareserkirin. Tevî vê yekê ku heta niha hinek pirsgirêk hene di navbera me û Iraq de maye. Ew jî pirsgireka xala 140 e. Ev ji di çarçovaya zagona Iraq de wê bê çareserkirin.    ME MELESE BI ZIMAN ÇARESER KIR    Lazim e ku Kurden Îranê li gel Tahran, Kurdên li Tirkiye li gel Enqere, yên Sûriye jî li gel Şamê pirsgirêkê çareser bike. Divê di wextek guncav de bi diyalogê çareser bikin. Me li Iraqê bi destxistina mafê ziman ve yek dest pêkir. Hikûmeta Iraqê zimanê Kurdî bi fermi naskir. Dema ku ziman bi fermi nas dike tê wateya ku mafê xwendin û nivîsandine mafê perwerdê jî nas bike.    Nerima min wisa ye ku meseleya kurd bi ziman dest pêdike. Ger ku ev mesele çareser bibe. Rê li pêşiya çareseriya pirsgir3ekên din ji vedike. Li Tirkiye zimane kurdî hatiye qekûlkirin. Lê ne fermi ye. Tene bo axaftine ye. Li cezair, Li welatê Mexrib pêkhateyê kêmar hene ku hêjmarêw wan pir kêm e. Lê di heman demê de hikûmetê zimanê wan ê fermi naskirye. Lazim e ku ev ezmûn ji bo Tirkiye jî derbas bibe.  Ev yek jî bê qebûlkirin ku Kurdî zimanê fermî ye. Ji ber vê yeke divê li gorîqanûnê navneteweyî mafê xwe bistînin. Mafê wan heye ku ziman û Kultirêxwe bikar bînin. Bikaribin bi zimanê xwe bi axivin û perwerde bibin."   CÎHAN KURDAN NAS DIKE, DIVÊ WELATÊN ROJHILATA NAVÎN JÎ KURDAN NAS BIKIN   Esaserd heri dawî bal kişand ser nasîna kurdan û wiha bi dawi kir: “Nerina min wisa ye ku nav û dengê kurd li cîhanê gelek belav bûye. Lê pirsgirek ewe ku lazim e ev nav û deng di Rojhilata Navin de cîhê xwe veke. Pirsgirêk ne li gel Firansa DYA û îngilztanêye. Li gel  dewlete Rojhilata navîn e. Divê ev kurdan nas bikin. Ev jî yek ji van pirsgirêkan e ku her tim te ser rêya Kurdan. Nerîna tevahiya cîhan li hemberî Kurdan zêde ye. Mînak nerina min wisa ye ku Kurdên Sûriye ne tenênavçeyên xwe bajarên Suriye jî parastiye. Ger ku ew nebûna heta niha jî wê Daış li Sûriye hebûya. Ev yek jî li ser Iraq û Sûriye tahule bû. Lê belê nerina sûrye bi xwe ne wisa ye. Tirkiye jî wekî Sûriye li meselê dinere. Pirsgirekamezin ji ev e. Yek nerîn li hemberî siyaseta kurd tune ye. Lê belê li hem3u pêngavan de zêdetir pêdivi bi xebatê heye. Kurd bi xebata xwemafê xe bi dest bixin.”     MA/ M. Alî Ertaş