Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin 2019-04-26 20:16:07   STENBOL – Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê, serlêdana malbatan red kir.    Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serdozgeriyê serlêdan red kir.    Her wiha malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku li Îmraliyê girtîne jî ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn, serlêdana her sê malbatan jî hat redkirin.