Ji bo xatirê alîkarê wezaretê lewheya kurdî rakirin 2017-11-14 12:33:11 COLEMÊRG - Qeyûmê şaredariya Geverê jî, mîna hemû qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin, lewheya kurdî rakir.  Qeymeqamê navçeyê ku tayînê Şaredariya Gevara Colemêrgê hat kirin Mahmut Kaşikçi, lewheya kurdî û tirkî ku bi şaredariyê ve daliqandî, wekî “Şaredariya Geverê ya T.C.” guherand. Balkêşe ku berî hatina Alîkarê Wezareta Karên Hundir Mehmet Ersoy a navçeyê lewhe hat guhertin. Alîkarê Wezaretê û kesên bi wî re hatin li ber lewhê wêneyên bîranînê kişandin.