'Li şûna hûn polîsan datînin pêşiya me hiqûqê pêk bînin’ 2019-04-26 15:49:34   KOCAELÎ – Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan li Gebzeyê carek din ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Malbatan got: “Li şûna ku hûn polîsan datînin pêşiya me, hiqûqê pêk bînin.”    Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di roja 18’emîn de çalakiya nobetê dewam kirin. Malbat û Parlamentera HDP’ê û Hevberdevka HDK’ê Gulîstina Kiliç Koçyigît, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, Berdevkê HDP’ê Saluhan Oluç, parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy, parêzerên Baroya Stenbolê û gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Malbatên xwestin biçin ber girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    Polîsan tenê destûr da wekîl û parêzeran lê destûr neda malbatan. Wekîl û parêzer demek li ber girtîgehê sekinîn. Pişt re xwestin werin gel malbatan, polîsan destûr neda wekîl û parêzer û malbat bên gel hev û hevdîtina wan asteng kir.   Gulîstan Koçyigît bertek nîşanî pêkanîna polîsan da û got: “Ev însan mafên xwe yên makeqanûnî yên aştiyane bikar tînin. Qerara walî li dijî makeqanûnê ye. Hûn nikarin makeqanûnê asteng bikin.”    BI DIRÛŞM Û LÎLANDINÊ HELWESTA POLÎSAN ŞERMEZAR KIRIN    Malbatan jî helwesta polîsan bi lîlandin û dirûşman protesto kir. Malbat ji ber girtîgehê derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gebzeyê bûn û daxuyanî dan. Gulîstan Koçyigît li ser navê malbatan axivî û got: “Kerbûn, korbûn û lalbûna hikumetê ya li dijî grevên birçîbûnê dewam dike. Qey tu yê bêjî pêvajoyek wiha nîne. Ev bêhiqûqiyek çawa ye? Însan li dijî tecrîdkirinê û astengkirina mafên jiyanê di greva birçîbûnê de ye. Lê dixwazin daxwaza rewa ya dayikan bi hêza polîsan bitepisînin. Li şûna ku hûn polîsan datînin pêşiya me, hiqûqê pêk bînin.”    Parêzer endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Înan Poyraz jî axivî û got: “Em ê parêzertiya gelê kurd berdewam bikin.”    Piştî daxuyaniyê malbatan dawî li çalakiya xwe îro anî û diyar kirin ku dê sibê jî li heman cihî çalakiya xwe dewam bikin.