ÎHD: Li girtîgehên Herêma Marmara di 3 mehan de 713 bin pê kirin rû dan 2019-04-26 15:45:17 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, rapora “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmara” yên di mehên Çile, Sibat û Adara 2019’an de pêk hatin, ji raya giştî re aşkere kir û got: “Din ava 3 mehan de 713 binpêkirinên mafan rû dane.”   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, rapora “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmara” yên di mehên Çile, Sibat û Adara 2019’an rû dan de amade kiribû, ji raya giştî re aşkere kir. ÎHD’ê li şaxa xwe ya li Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xist û rapor ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî ve hat xwendin.    Di raporê de binpêkirinên mafan ên li 21 girtîhan hatin jiyîn cih girtin û hat diyar kirin ku girtiyan herî zêde ji Girtîgeha Sîlîvrî, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdag, Girtîgeha Tîpa M a Gebze û Bakirkoyê serlêdan kirin.     ÎŞKENCE DERP Û MÛAMELEYA XERAB   Rapora ku tê de hat gotin dinava sê mehan de bi giştî 713 bin pê kirin hatin jiyîn wiha ye:    “*Girtî rastî îşkenceyê, derp, muameleya xerab û nêzikatiyêj dij mirovahî hatin.    QEDEXEYÊN RAGIHANDINÊ   *Weşanên weke pirtûk, rojname, kovar, name, faks û weşanên cuda bi hincetên cur bi cur li girtiyan hatin qedexe kirin    *Bi awayekê keyfî hevdîtinên parêzer û malbatan hatine sînordar kirin.     BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ   *Mafê tenduristî û dermankirinê yên girtiyan bi hincetên cuda hatine binpêkirin û girtî di demên xwe de nehatine dermankirin û sewqkirin.   CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ Û ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ   *Rêveberên girtîgehan bi awayekê keyfî cezayê dîsîplînê didin girtiiyan û înfaza wan dişewitînin. Şewitandina înfazê weke çeke li hemberî girtiyan tê bi kar anîn.    VEXARINÊN GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NADIN WAN    *Li hin girtîgehan vexwarinên mîna vîtamîna B1, karbonat û hwd nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene.    *Li Girtîgehên Herêma Marmara bi giştî 713 girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin.”