SÎHA berdan mih bi koordînê vê girêdan! 2017-11-14 12:26:13 COLEMÊRG - Gundiyên mezra Çemê Mendo yên gundê Rintkê ya Çelê, diyar kirin ku tu aramiya wan nemaye û wiha axivîn: “Heya ku şevîn hejmara telefon û koordînata xwe nedin qereqolê, nikarin sewalên xwe bibin qadên çêre.”    Gundiyên ji ber êrîşên dewletê ji gundê Rintkê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê koçî herêma Çemê Mendo ya serêbejayiya Colemêr-Şirnexê kirin, ji ber li aliyekê Çemê Zap û li aliye din li bejahiya di nava qada lê bi cih bûne re derbas dibe, bi mirinê re rû bi rû ne. Ligel van zorî û zehmetiyan şivan ji bo çêrandina sewalên xwe neçarin her roj biçin qereqolê û koordinata xwe ji qereqolê re ragihînin. Êdî gundî ji vê yekê re îsyan dikin.     Welatiyê bi navê Siddik Ertuş diyar kir ku bi keyfxweşî li gundên xwe dijîn û wiha axivî: “Wê demê me debara mala xwe bi firotina guzan dikir. Heya serê salê ji ber hin karên din ên me dikir, pareyê me zêde dima. Ji ber êrîşên dewletê me kom kir û niha cihekê ku em biçînê tune ye. Niha em li kêleka Çemê Mendo ya ava Zapê bicih bûn. Em bi zorê debara xwe dikin. Ji ber ku li vir erdekê ku bê çandin tune. Ji xwe sewalkarî ji holê rabû. Malbatên rewşa wan baş 15 bizinên wan hane. Em tenê dikarin pêdiviyên xwe yên şîr û penîr bikin. Ji ber vê yekê em li virin.”   ‘ZORE, LÊ JIYANEK ME YA BI ARAM HEYE'   Ertuş anî ziman ku ew li gundê xwe yê berê li qadên asê dijiyan û wiha got: “Li wir jiyanek me ya xweş û bi aram hebû. Nêzî 10 malan li gund hebû. Wê demê em feqîr bûn, dilê me rehet bû. Lê li vir bi hatina biharê re ji ber tirsa dê ava Zapê malên me li ber xwe bibe, em nobetê digirin. Li gundê me yê berê her malbatekê herî kêm 100 tenek guz difirotin. Lê niha aramî nema û bi fikarên mezin em bêhnê didin û distînin.”     'GUNDEKÊ KU ZOZAN Û ÇÊRE LÊ TUNEBE MIROV DÊ ÇI BIKIN?'   Lokman Ertuş jî diyar kir ku ji ber qedexeya zozan û çêre nikarin vegerin gundê xwe û wiha axivî: “Dewlet dibêje vegerin gundê xwe, lê vê carê jî zozan û çêreyan qedexe dikin. Gundekê ku zozan û çêre lê tune be, ka mirov dê li wir çi bike? Êdî sînor jî girtin. Kes êdî nikare debare mala xwe bike.”   ‘DIVÊ ŞIVAN KOORDÎNATA XWE JI QEREQOLÊRE RAGIHÎNÊ’   Fettah Ertuş da zanîn ku şivanekî 50-60 sewalên xwe dibe çêre, divê cih û hejmara telefona xwe ji qereqolê re ragihîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şivanên gund heya hejmara telefon û koordînata xwe nedin qereqolê nikarin sewalên xwe bibin çêrandinê. Ji bo şivan neyên kuştin neçarin vê yekê bikin. Destê me tim li ser dilê me ye. Bi fikara dê tiştek bibe em dijîn.”     ‘BI SAETAN EM BI DOLIKÊN XWE DIMEŞIYAN, LÊ EM KEYFXWEŞ BÛN'   Şukriye Ertuş jî destnîşan kir ku ew berê li gund bêrîvan bû û wiha axivî: “Em bi aram bûn. Gelek caran ser pişta me zarok, destên me de dolik û bi saetan em dimeşiyan û derdiketin zozanan. Me bêrîvantî dikir. Li gel zoriya heyî em dîsan keyfxweş bûn. Di payîzê de jî me guz kom dikirin û dibirin Iraqê û difirot. Me debara mala xwe wisan dikir. Lê niha hem ev derfetê me nemaye û hem jî em ditirsin.”    MA / Nîmet Olmez - Hamza Gunduz