Jinên Herêma Federe ya Kurdistanê Leyla Guven ziyaret kirin 2019-04-26 15:33:43 AMED – Heyeta jinan a ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 170 roj in di greva birçîbûnê de ye ziyaret kirin. Heyetek ji 11 jinan pêk dihat ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 170 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Salîha Aydenîz û aktîvîstên TJA’yê jî li gel heyetê Guven ziyaret kirin. Jinan plaketek ku wêneyê Leyla Guven li serê ye diyarî Guven kirin.    ‘DIVÊ DENG BIDIN BERXWEDÊRAN’    Heyeta jinan piştî serdanê li ber mala Guven daxuyanî dan çapemeniyê. Banu Helepçe li ser navê jinan daxuyanî da û wiha got: “Leyla Guven ji bo mafek rewa û mafdar di greva birçîbûnê de ye. Greva birçîbûnê ji kevneşopiya Zîndana Amedê tê. Divê ji bo çalakvanên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo di greva birçîbûnê de gav bê avêtin. Divê ku her kes deng bide berxwedêran.”    Piştî daxuyaniyê heyeta jinan derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê bûn û  wekîlên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de ne ziyaret kirin.    Heyet dê bi Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî re hevdîtinê pêk bînin.