Girtiyên li Kirikkaleyê xwestin gel deng bide çalakiya wan 2019-04-26 15:03:23   AMED - Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Sedat Alçîçek bi rêya malbata xwe da zanîn ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye û xwest gelê kurd deng bide berxwedana wan.   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê Mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 170’emîn de berdewam dike. Greva birçîbûnê di heman de li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê, li welat û derveyî welat pêl bi pêl mezin bû. Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de 7 hezar derbas kiriye.   Li gorî nûçeya e-rojnameyê, gelemperiya çalakvanan êdî asta krîtîk derbas kirine. Bi taybet jî li girtîgehan piştî ku çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin, tundî û binpêkirinên li dijî girtiyan jî zêdetir bûn. Girtiyên ku bi rêya malbatên xwe agahiyan didin dibêjin ku rewşa gelek hevalên wan di asta krîtîk de ye û banga xwedîderketina li berxwedanê li raya giştî dikin.   121 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Sedat Alçîçek ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hacilar a Kirikkaleyê tê girtin e. Alçîçek ku 28 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, zêdeyî 10 salin di girtîgehê de ye. Alçîçek ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tevî hevalên xwe Îsa Îpeklî, Davud Onder, Îsmet Akin, Kerem Îmrak û Emrah Ubîç di 26’ê kanûna sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Alçîçek bi rêya malbata xwe têkildarî rewşa xwe û hevalên xwe agahî dan.   GELLEK PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ RÛ DIDIN    Alçîçek diyar kir ku ew û hevalên xwe di navbera 18 heta 22 kîloyan de zeîf bûne. Alçîçek daxuyand ku rewşa wan a tenduristiyê her ku diçe nebaştir dibe. Alçîçek got êdî nikarin rakevin, geh û masûlkeyên wan diêşin, çavên wan baş nabînin, dema dimeşin zehmetiyê dikişînin, di ziman û devê wan de birîn derketine û gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê re rû bi rû ne. Alçîçek da zanîn ku 15-20 roj berê jî 3 caran xwîn verişî ye.   ‘MORALÊ ME GELEK BAŞ E'    Alçîçek destnîşan kir ku ew bi biryarin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe çalakiya xwe bidomînin. Alçîçek got ew bi bawerin ku dê tecrîd bi dawî bibe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Moralê me di asta herî bilind de ye. Em dixwazin ku gelê me deng bide dengê berxwedana me. Me di vê rêyê de mirin daye ber çavên xwe û çi dibe bila bibe heta ku em digihijin armanca xwe dê dev ji çalakiya xwe bernedin.”