Etîketa #LeylayaElVer di rojeva welat de cih girt 2019-04-26 13:26:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyeya bi etîketa “#LeylayaElVer” a li ser Twîtterê ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 170 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê deye hat destpêkirin, di demek kurt de di rêza herî jor a rojeva welat de cih girt.  Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 170'emîn de li mala xwe ya li Amedê berdewam dike.   Platroma medya civakî bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi hezaran girtiyên li girtîhan ku gehiştiye astek krîtîk, bi etîketa “#LeylayaElVer” li ser Twîterê dest bi kampanyayê kir.    Di çarçoveya kampanyeya bi pêşengtiya KCD’ê, HDP’ê, DBP û TJA hat destpêkirin, bi hezaran karhênerên Twîtterê bi etîkata “#LeylayaElVer” parvekirin kirin.    Etîketa “#LeylayaElVer” di encama parvekirinan de, di demek kurt de di rêza herî jor a rojeva welat de cih girt.   Hin parvekirinên hatin kirin wihane:    * Pervîn BÛLDAN @PervinBuldan : Ji bo edalet û aştî were #LeylayaElVer   * Navenda Giştî ya HDP’ê: Di hûndir de zarok, li derve dayîk li  ber xwe didin. Êdî dem nemaye! Ji bo berxwedan grevên birçîbûnê #LeylayaElVer   * Sabîha Temîzkan @sabihatemizkan : Ji bos taran gotinê, ji bo dîlan gerandinê, ji bo hizûr, ji bo jiyan û dana jiyînê #LeylayaElVer   * Dersîm Dag @DersimDag21 : Carinan pêwîstî bi gotinekê, bi îtîrazekê heye. Tiştekê ku em hemû bikin heye #LeylayaElVer   * FERHAT TÛNÇ @ferhatttunc: Ji bo demokrasî û hiqûqê canê xwe danîn holê #LeylayaElVer   * Akin Bîrdal @akin_birdal: Rewşa Korbûna 170 Roja, qey wisane. Êdî bese. Bila tecrîd rabe, mirov nemirin. #LeylayaElVer   * Pero DÛNDAR @perodundar: Êdî bese #LeylayaElVer   * HDK @HDK_KONGRE: Jiyana me hemûyan dibin tecrîdê deye, #LeylayaElVer!   * Ebru Gunay @av_ebrugunay: Bila tecrîd rabe #LeylayaElVer   * DBP @DBP GenelMerkez : Ji bo edaletê #LeylayaElVer!   * Karakız El @el_kara1: Daxwaz hesan û zelalin. #LeylayaElVer   * Ozlem  @Ozleme_Depe : Gelo çi li wijdanê  me hatiye?#LeylayaElVer   * Dilan Unal @dilanunal623: Ez Leyla, tu Leyla û em hemû Leylan e. Niha dem dema parastina jiyanê ye. #LeylayaElVer !   * Beru Bari @bey_bunn: Guh bibin daxwaaza Leyla Guven. #LeylayaElVer   * Esra Bala @EsrraBala: Ji bo grevên birçîbûnê deng derxînin. #LeylayaElVer   * BEKSAV @beksav_: Dem dema parastina jiyanê ye. #LeylayaElVer   * Besriye Tekgur @BesriyeTekgur : Tovên Leyla li axê reşandî şîn dibin. #LeylayaElVer.