'Stêrkên biriqî yên li asîman zêde dibin’ 2019-04-26 12:29:14 ÊLIH – Sedat Akin 110 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Her çiqas Akin ji roniya zêde aciz dibe jî lê bi çavhingiviya xwe li hêviyê dinêre û dibêje: “Her roja ku diçe stêrkên birîqî yên li asîman zêde dibin. Hindik ma ku em wê ala berxwedanê biçikînin.”  Ciwanê kurd Sedat Akin îsyana xwe bi bedena xwe ya birçî radigîhîne. Akin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîdkirina ku wî wek “mirovê zanist” pênase dike Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 110’emîn de berdewam dike.    Akin di 28’ê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê tê berdan û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala wan a li Êlihê berdewam dike. Du roj berê rewşa Akin giran dibe û wî radikin nexweşxaneyê. Lê Akin mudaxeleya tibî qebûl nake û wî dîsa tînin malê.    MUDAXELEYA TIBÎ QEBÛL NAKE    Roja ku Sedat rakirin nexweşxaneyê ez li Êlihê bûm. Jixwe armanca hatina min a Êlihê jî ew bû ku serê sibehê biçim têkildarî çalakiya wî ez pê re bixivim. Ez û hevalê xwe yê nûçegihan Metîn Yoksu re ewil em çûn nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Lê me li nexweşxaneyê bihîst ku ji ber mudaxeleyê qebûl nekiriye wî birine malê. Me lêda û em çûn mala wan cem Sedat.    BI DEV LI KEN PÊŞWAZÎ DIKE    Dayik û bavê Sedatê me li nav deriyê malê pêşwazî kir. Me galoş xist piyê xwe, masek li rûyê xwe pêça û destê xwe dezenfekte kir û em derbasî odeya Sedat lê ye bûn û pê re axivîn. Sedat bi dev li kenî me pêşwazî kir.    Ronî bandorek zêde li ser Sedat dike. Lê tevî ku nikare zêde çavê xwe veke jî bi çavhingiviya xwe li nihêrî û moral û hêviya xwe nîşan da. Ji bo ku di axaftinê de zehmetî dikişîne me nexwest em zêde zorê bidinê û wî bidin axaftin. Hema me bi kurtahî pirsên xwe kir.    PERGALA XEWA WÎ XERA BÛYE    Sedat hêj 24 salî ye. Ew jî wek her ciwanek kurd zû têkoşîna jiyan û azadiyê nas kiriye. Dema li gel bavê xwe dixebite di meha çileya 2016’an de tê girtin û piştî 3 sal û mehek di hepsê de ma hatiye berdan. Di 7’ê çile de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Li mala wan du ode hatine amadekirin. Yek ji bo razanê ye û yek jî ji bo pêşwazîkirina mêvanan ango ziyaretvanan e. Serê sibehê saet di 09.00’an de dest bi rojê dike. Her çiqas bi şev saet di 23.00’an de diçe odeya xwe ku rakeve jî lê ji ber pergala xewa wî herimiye nikare rakeve, tenê dikare 3-4 saet rakeve. Di nava rojê de rojevê dişopîne. Li gel refaketvanên xwe rojê 15 deqîqe di nava malê de diçe û tê. Rojê bi qasî 10 rûpel pirtûk dixwîne.    Ji roja dest bi çalakiyê kiriye heta niha 12 kîlo zeîf bûye. Zêde nikare li ser pêya bimîne. Serê tiliyên wî ditevizin, kramp dikevin mîdeya wî, gêj dibe, êş dikeve gurcîkên wî, di rîtma dil de tevgerek xerabûyî peyda bûye.    ‘MORALÊ ME DI ASTA HERÎ JOR DE YE’    Sedat Akin bersiva pirsa me ya “Tenduristiya te çawa ye” wiha dide: “Ev çend rojên dawî ye gellek diêşim. Roja 24’ê Nîsanê êşên min giran bûn û bi carekê ji ser hişê xwe çûm. Min rakirin nexweşxaneyê û muayeneyên pêwîst kirin lê min nehişt mudaxeleyî tibî li min bikin. Xwîn ji min girtin, lê min bertek nîşanî vê yekê da û min xwest min bibin malê.”    Akin bal kişand ser moralê xwe û got: “Em xwedî moralek di asta herî jor de ne ku kes nikare xwe bigîhîne wê astê. Em bi bawerin dê çalakiya me bigîhîje armanca xwe. Îro her çiqas em bihelin jî lê moralê me di asta herî jor de ye. Ez dikarim bêjim ku moralê 7 hezar însan ji moralê bi milyonan însan baştir e.”    ‘EM JI MIRINÊ NATIRSIN, EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’    Akin bersiva pirsa me “Hûn ji mirinê ditirsin?” a ku em bi tirs jê dikin jî da û wiha got: “Me her tiştî da ber çavê xwe û me dest bi vê çalakiyê kir. Jixwe hemin em ê rojek ji vê dinyayê bar bikin û biçin. Lê ya girîng ew e ku mirov bigîhîje armanca têkoşîna dide. Heke em vê jiyanê nejîn û nikarin rêbertiya gelê kurd ê ku bi milyonan wî qebûl kiriye nebînin, wateyek jiyanê jî nîne. Em ê wê tecrîdê bişikînin û xwe bigîhînin rêbertiya xwe ku mirovek zanist e. Wê wateya jiyana me zêdetir bike. Em jiyanek bê wî qebûl nakin. Çi dibe bila bibe heta tecrîd ranebe wê berxwedana me berdewam bike.”    GREVA BIRÇÎBÛNÊ Û BAWERΠ   Akin behsa îradeya birçîbûnê kir û got: “Di jiyanek asayî de mirov nikare danek birçî bimîne. Lê îro em netewek bi îrade ne. Em civakek bi hêz in. Ya ewil jî bawerî ye. Yanî bawerî û îrade me xurt dike. Yên ku dibêjin bila dest ji greva birçîbûnê jî berdin wek baweriya wan kor bûye dibînim. Em hêz, ken, moral û îradeya xwe ji dayikên xwe yên berxwedêr digirin. Bila kes li ber me nekeve, çimkî navê vê berxwedan e. Em li ber xwe didin.”    Sedat Akin tîne ziman ku carna li stranan jî guhdar dike û ji hefteyê carek bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlêrê di çalakiyê de bi telefonê diaxivin.    ‘STÊRK ZÊDE DIBIN’    Akin her dawî ji bo hevalên xwe yên li girtîgehan wiha got: “Dema ez ji girtîgehê derketim min sozek dabû hevalên xwe. Min gotibû her stêrkek li asîmanan dibiriqe dê bibin xebera mizgîniya serkeftinê. Her roja ku diçe stêrkên asîmanan dibiriqin zêde dibin. Her ku diçe em nêzî xeta serkeftinê dibin. Em ê li dora wan stêrkan govenda xwe bigerînin. Hindik ma. Em ê ala wê berxwedanê bikiçikînin.”    MA / Zuhal Atlan