Kibriye Evren a di grevê de ye nikare derkeve hevdîtinê 2019-04-26 12:15:45   AMED - Rojnameger Kibriye Evren a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e, nikare derkeve hevdîtin ê. Hat diyar kirin ku Evren heftiyeke nikare derkeve hevdîtina parêzeran.     Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li girtîgehan bi hezaran girtî niha di greva birçîbûnê de ne. Rojnameger Kibriye Evren a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e, nikare derkeve hevdîtinê. Hat diyar kirin ku Evren hefteyeke nikare derkeve hevdîtina parêzeran. Rojnameger Kibriye Evren di 16'ê Kanûna 2018'an de, ligel hevrêyên xwe yên girtî Evin Kaya û Hilal Olmez dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan di roja 132'yan de dewam dike.       Hat destnîşan kirin ku Evren di meşê de zoriyan dikişîne û rewşa tenduristiya hevalên wê yên pê re di greva birçîbûnê dene, ne başe.