Welatiyên Taxa Kanarya: Heya ku em encam bigirin emê neçin malên xwe 2019-04-26 11:41:37 STENBOL - Welatiyên Taxa Kanarya ya zarokek keç li taxê rastî tecawizê hat bertek nîşan dan û gotin: “Em naxwzin dewlet tecawîzkaran biparêze. Ji bo xwe baweriya me bi edaleta Tirkiyeyê nema ye. Heya ku em encam bigirin, emê neçin malên xwe.”  Roja Duşemê 22’ê Nîsanê li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê zaroka 5 salî rastî tecawîzê hat û her ku diçe bertekên li dijî bûyerê mezintir dibin. Ev 5 rojin, li taxê welatî bi dirûşmeyên “Kanarya ne raze xwedî zaroka xwe derkeve” û “Bêdeng nemîne qîr bike, ji tecawîzê re bêje na” dimeşin û heya derengiya şevê çalakiya xwe berdewam bikin. Niştecihên taxê, diyar kirin ku  li Taxa Kanarya hizûr neyam û têkildarî pirsgirêkên li taxê dijîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.   ‘ZAROKÊN ME JÎ HENE’    Niştaciha taxê Zeynep Gonultaş, diyar kir ku gav hîn bûn  ku zarok rastî tecawîzê hatiye, tehmeul nekir û wiha axivî: “Zarokên me jî hene. Bûyer wiha tu carî nayê qebûlkirin. Ji ber vê em 5-6 jin derketin kolanên Kanarya û me bûyer ragihand.  Malbata zarok naxwaz bûyer mezin bibe. Bi taybetî me jinan xwest ku ev bûyer bê bihîstin. Tiştek wihan nayê veşartin. Bûyer li ku derê dibe bila bibe, divê hemû kesên bi wijdan qebûl nekin. Ji bo me kes û cih ne girînge. A girîn zarokên me ne.”    ‘BILA TECAWÎZKARAN NE PARÊZIN’    Gonultaş, anî ziman ku zarokên wê ditirsin derkevin derve û wiha bilêv kir: “Siyasetmedar tên vê derê û malbatê ziyaret dikin. Em vê naxwazin. Em dixwazin dewlet tecawîzkaran ne parêzin. Ji xwe baweriya me bi edaleta Tirkiyeyê nemaye. Heya ku em encam bigirin emê neçin malên xwe. Destên xwe ji ser bedana zarokan bikêşin.”    ‘BAWERIYA ME BI TU KESAN NAYÊ’    Dîlan Şahîn jî, anî ziman ku roja bûyerê wê keça xwe ji dibistanê anî malê û wiha got: “Min nekarî vê bûyerê qebûl bikim. Min keça xwe hişt malê û ez derketim kolanê. Destpêkê em 6 kes bûn. Dûre em kulan bi kulan geriyan û em banga hestiyariyê kir. Di demek kûrt de hejmara me ji sedan derbas bû. Êdî derûniya me xirab bûye. Dema em zarokên xwe dişînin kolanê em di pacê re li wan mêze dikin. Êdî baweriya me bi tu kesan nayê. Ev 25 salin li Kanarya dijîm. Tecawîzkar kesekê ku vê derê baş nas dikeye. Divê bê teşhîr kirin. Em dizanin ku li pişt veşartina vî kesî hin tişt hene. Divê berpirsiyar bi awayekê giran bên ceza kirin.   ‘HIZÛR NEMAYE’   Nesîbe Alkiş jî, dest nîşan kir ku êdî ew ditirsa zarokên xwe bişîne kolanê û wiha got: “Divê bersûc bên girtin û ceza kirin. Em nizanin emê çi bikin. Em ji bîr nakin. Zarokek pir biçûk bû. Hizûra Kanarya nema ye.”   Halîse Akpinar jî, da zanîn ku ev 14 salin li Taxa Kanarya dijî û wiha bilêv kir: “Heya niha bûyerek wiha li taxa me nehatiye jiyîn. 4 zarokên min ên keç hene. Em zarokên xwe emanetî hev dikir. Em li hemberî vê bûyerê  bêdeng nemînin.”    Turkan Tenak jî, anî ziman ku dema wê bûyer bihîst zaroka xwe ji dibistanê di anî û wiha got: “Dayika zaroka rastî tecawîzê hat, nû welidiye. Li malê behna xwe vedida. Zaroka wê jî li ber derî dilîst. Di vê navber de bûyer pêk tê. Zarokên me hemûyan hene. Ew jî zaroka me ye. Divê hemû kes rabin ser piyan. Bûyer wiha tu carî nayê qebûl kirin. Divê kesên tecawîzkar bên cezakirin.”   MA / Zuhal Atlan