Bîlgen: Divê ku ser vê helwesta payebilind neyê niximandin 2019-04-26 11:29:22   QERS – Di merasîma 23’ê Nîsanê de Fermandarê Garnîzona Payebilind Ozgur Nuhut bi destê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen negirt. Bîlgen got: “Divê her kes hurmetê nîşanî îradeya hatiye hilbijartin bide. Heke ser vê helwestê bê niximandin û ji bîr kirin, ez ê qet nehêlim heman dîmen were jiyîn.” Li Qersê merasîma Cejna 23’ê Nîsanê ya Serdestiya Netewî û Zarokan hatibû lidarxistin. Fermandarê Payebilind ê Garnîzona Qersê Ozgur Nuhut di merasîmê de bi destê Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca negirt. Xelkê bertek nîşanî vê dîmenê da. Bîlgen wê helwesta fermandarê payebilind ji ajansa me re nirxand.    Bîlgen da zanîn wan piştî hilbijartina 31’ê Adarê dawî li nêzîkatî û polemîkên di kampanya hilbijartinê de qewimîne anîne û ev çend hefteye wan îradeya jiyana bi hev re û pratîka birêvebirina bajarekî danîne holê.    'DIVÊ HER KES HURMETÊ NÎŞANÎ ÎRADEYA HILBIJARTÎ BIDE’    Bîlgen anî ziman ku armanca wan ew e ku li Qersê her kes di jiyanek bi aram de û bi ewle bijî û got: “Helwesta protokole ya 23’ê Nîsanê bû sedema rageşiya li bajêr. Lê li şûna rageşî biqewime divê her kes hurmetê nîşanî îradeya hatiye hilbijartin bide. Divê her kes di vê mijarê de tişta dikeve ser milê wan pêk bîne.”    'HEKE EV NE TIRKIYEYA KEVN BE LÊ TIRKIYEYA NÛ ÇI YE?'   Bîlgen helwesta fermandarê eskeran wek “bêtehamuliyek mezin” nirxand û got: “Gel bersiv û berteka pêwîst li ser medya civakî û platformên cuda nîşan da. Bajêr û raya giştî ya Tirkiyeyê tevahiya rojê vî dîmenî axivî. Em vê helwestê ne li hember şexsê xwe dibînin. Gel vê helwestê li dijî xwe dibîne. Serfermandar û payebildinên van kesan hene lê ez nizanim çawa dinirxînin. Heke ev ne dîmenê Tirkiyeya kevn be lê Tirkiyeya nû çi ye? Yanî berê ev tişt gellek hatin serê me. Heke ku Serokkomar Erdogan vê helwestê rast bibîne gotinek kû bê kirin nîne. Çimkî Erdogan jî di merasîmekê de helwestek bi vî rengî li Stenbolê nîşanî Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dabû. Divê her kes tehamulî hev bike û li gorî rêzgirtin û nezaketê tevgire.”    'EZ Ê CAREK DIN NEHÊLIM TIŞTEK WISA BÊ JIYÎN’    Bîlgen destnîşan kir ku divê ser vê helwestê neyê niximandin û got: “Bêguman em ê encama vê helwestê bibînin. Heke ser vê helwestê bê niximandin û ji bîr kirin ez ê carek din qet nehêlim tiştek wiha biqewime û bê jiyîn. Di encamê de ev tiştek li hember şexsê min nîne. Ev helwestek têkildarî meqamê ye. Ka em ê muameleya têkildarî helwesta di merasîmê de bibînin. Ka dê xeletî were qebûl kirin an jî dê vê yekê qebûl bike? Hemû bajêr vê xeletiyê dibîne. Heke burokrasiya bajêr vê yekê dibîne û ev elimandin di merasîmek din de were qewimandin lê ez ê di şahiyek din qet û qet destûrê nedin tiştek wisa biqewime.”    MA / Adnan Bîlen