Qeyûm di Şaredariya Dêrikê de 5 quriş jî nehiştiye! 2019-04-26 10:01:10 MÊRDÎN - Pereyê di kaseya Şaredariya Dêrikê de, ji ber 15 mîlyon TL deynê qeyûm hat blokekirin. Hevşaredara HDP’ê Mulkiye Esmez, diyar kir ku qeyûm di kaseya şaredariyê de 5 quriş jî nehiştin û got: “Pereyê gel di geş û seyranan de xwarine.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, bi 69,3 denga Şaredariya Navçeya Dêrik a Mêrdînê qezenc kir. Di dema qeyûm de avahiya şaredariyê hat hilweşandin û înşaeta avahiya nû ya ji bo şaredariyê jî hîna temam ne bûye. Şaredariya ku di avahiyek prefabrik de xizmet dikir, piştî derbasî HDP’ê bû, hemû texrîbatên ji aliyê qeyûm ve hatine kirin, yek bi yek derdikevin holê.    HEMÛ PEREYÊ DI QASEYÊ DE BLOKE KIRIN    Şaredariya Dêrikê bi 15 mîlyon TL zêdetir deyn re dewrî HDP’ê kirin. Berî qeyûm bê tayînkirin, deynê şaredariyê tunebe û di qazeya şaredariyê 5 mîlyon 500 hezar TL hebû. Niha ji ber deynê qeyûm 200 hezar TL pereyê şaredariyê bloke kirin    FÎRMAYÊN BELGEYÊN WAN ÊN BERTÎL Û XERCKIRINAN DERKETIN HOLÊ    Li gel deynên şaredariyê, di çarçoveya xebatan dema qeyûm di sala 2018’an de li ser kar bû de, hin xerckirinên hatine kirin pir bal kêşin. Ji xerckirinên bi giştî 71 hezar û 463 TL, tenê 46 hezar û 890 TL ji bo kirêkirinên wesayîtan, 17 hezar û 557 TL ji bo geşta Midyatê û 7 hezar û 23 TL jî ji bo geşta Xelfetî hatine kirin. Pereyên van xerckirinan jî hemû di Çeleya 2019’an de hatine dayîn. Derket holê ku ev pere ji bo Înşaeta Pîşesazî ya Tûrîzm Turkazlar Tîc. LTD. ŞTÎ ya berî demekê bi bertîl dayînê ketibû rojeve, hatine dayîn.    ‘DI QASEYÊ DE NASNEYA MEHRÊ BIKIRIN JÎ TUNEYE’   Hevşaredara Dêrikê Mûlkiye Esmez, rewşa ku şaredarî dinavê deye nirxand û wiha got: “Di qaseyê de 5 quriş pere jî nehiştine. Bi awayekê keyfî pere xerc kirine. Wisan bifikirin ku di qaseya şeredariyê de ji bo nasnameya mehrê ya du kesên bixwazin bizewicin jî, pere tuneye. Hemû pereyê gel lig eş û seyranan xwarine.”   MA / Ahmet Kanbal