Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin 2019-04-26 10:00:34   MÊRSÎN – Malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne têkildarî rewşa girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin.    Komeleya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Alîkarî û Piştevaniyê (TUAY-DER) a Çukurovayê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistian HDP’ê ya Akdenîzê pêk hat û gellek kes beşdar bûn û dirûşma “Bijî berxedana zîndanan” berz kirin. Sekreterê TUAY-DER’ê yê Çukurovayê Alî Bîlen axivî.    ‘DIVÊ WEZARET ROLA XWE YA DÎROKÎ BILEYÎZE’    Bîlen da zanîn ku bi salane Ocalan di bin tecrîdek giran de ye û ev li dijî mevzûatên qanûnan e û hikumetê polîtîkaya tecrîdê veguherandiye ranta siyasî û di encama vê poltîkayê de li welat aştî û aramî nemaye. Bîlen anî ziman ku her roja diçe rewşa girtiyan xeterdartir dibe û got: “Divê Wezareta Dadê rola û mîsyona xwe ya dîrokî bileyîze.”    NAME ŞANDIN   Piştî daxuyaniyê malbatên girtiyan û rêveberên TUAY-DER’ê çûn Postexaneya Navendê û têkildarî rewşa girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin.