Bostan: Divê gava ewil a îtîfaqa Tirkiyeyê ji bo grevên birçîbûnê be 2019-04-26 09:47:45 AMED – Ji sazûmankara AKP’ê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ye û divê gava ewil a îtîfaq Tirkiyeyê ku Erdogan anî rojevê çalakiyên grevên birçîbûnê be.     Endama sazûmankara AKP’ê Fatma Bostan Unsal ku demek Alîkariya Serokatiya Giştî ya AKP’ê kir têkildarî greva birçîbûnê û Îtîfaqa Tirkiyeyê ya ku Erdogan anî rojevê ji ajansa me re axivî.    ‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ŞERMA TIRKIYEYÊ YE’    Bostan anî ziman ku çalakiyên greva birçîbûnê bi daxwaza Qanûna Înfaza Cezayê ji bo her kesî pêkanînek wekhev be hatiye destpêkirin û got: “Dixwazin hiqûq pêk were. Di esasê xwe de ev şerma rêveberiya Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê ye. Ji ber ku hiqûq pêk nayê û li dijî vê li dar xistina greva birçîbûnê şerma herî giran a Tirkiyeyê ye. Ne pêkanîna qanûnan li dijî hiqûqê ye. Dixwazin balê bikişînin ser vê bêhiqûqiyê. Divê demildest dest ji vê bêhiqûqiyê berdin. Merhametek taybet ango wîjdan nayê xwestin. Dixwazin Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne.”    ‘PÊKNEANÎNA QANÛNAN NAYÊ FÊMKIRIN’    Bostan got ew fêm nakin çima hikumet li dijî grevên birçîbûnê bêdeng maye û nepêkanîna qanûnan bicih nayne û israrkirina bêhiqûqiyê rastiya li dijî têgihiştinê ye. Bostan da zanîn ku grevên birçîbûnê gihîştine astek xeterdar û divê gelên Tirkiyeyê li dijî vê bêdeng nemîne.    ‘DIVÊ GAVA EWIL A ÎTÎFAQA TIRKIYEYÊ BALÊ BIKIŞÎNE SER GREVA BIRÇÎBÛNÊ’    Bostan têkildarî daxuyaniya îtîfaqa Tirkiyeyê ya Serokkomar Erdogan jî wiha got: “Dibêje ‘cemidandina hesinê sorkirî.’ Li gorî min rast e. Divê gavên ewilî yên îtîfaqa Tirkiyeyê ji bo pêkanîna hiqûq û qanûnan û balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê be. Divê di pergala înfaza ceza de wekhevî pêk were. Wê ev bibe gava ewil a îtîfaqa Tirkiyeyê. Divê Kurd jî di nava vê îtîfaqa behsa wê tê kirin de cih bigirin. Berevajî vê divê neyê fikirandin. ”    MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç