Girtiyê di greva birçîbûnê de ku 2 caran wî rakirin nexweşxanê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 2019-04-26 09:21:15 ŞIRNEX - Yilmaz Ûgûr ku 57 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike." Her wiha hefteya borî Ûgûr, du caran nerihet bibû û wî rakiribûn nexweşxaneyê. .  Li Girtîgeha Şirnexê, ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî Yilmaz Ûgûr ê 20 salî ye. Ûgûr, ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Hefteya borî nerihet bû û du caran wî rakirin nexweşxaneyê.    'EW JÎ BIÇE EZ Ê ÇI BIKIM'    Dayik Emîne Bage ku her hefte diçe girtîgehê, diyar kir ku kurê wê pir zihîf û bêhal bûye. Dayik Bage, got: "Di dest min de tenê ew maye, eger ew jî biçe ez ê çi biim? Zarokên me hemû bimirin jî ne xema vê dewletê ye. Kes behsa zarokên me nake. Divê êdî bê helkirin. Ne mal bi me ve ma, ne jî zarok man. Êdî bes e."    ÛGÛR: HETA DAWIYÊ    Dayik bage, diyar kir ku kurê wê gotiye: "Em bibiryar in. Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike. Zext û zorî hene, lê dîsa jî em li ber xwe didin. Bila her kes bibe dengê me."    MA / Berivan Altan