Berdevkê HDK'ê Şenoglû: Ên hesin sincirandin nikarin sar bikin 2019-04-26 09:13:24 STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû bal kişand ser gotina Serokomar Erdogan ku gotibû "em hesin sar bikin" û diyar kir ku ev gotin gotineke sixte ye û got: "Pêşî divê mirov bizanibe ka hesin ji bo çi sinciriye. Kesên sincirandine nikarin sar bikin."  Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Sedat Şenoglû, rojev nirxand. Şenoglû, anî ziman ku encamên hilbijartina 31'ê Adarê encamên dîrokî ne û got: "Jixwe beriya hilbijartinê me digot ev hilbijartin ne hilbijartineke ji rêzê ye. Jixwe encam jî nîşan dan û li Tirkiyeyê bûn encamên serdemeke nû. Li Kurdistanê jî piraniya şaredariyên qeyûm hatin tayînkirin hatin bidestxistin û AKP têk çû. Lê li rojavayê welat bêtir têk çû."    ‘TÊKÇÛYÎNÊ TEHEMUL NAKE'    Şenoglû ji bo namzetên mazbataya wan nehatin dayîn jî got: "YSK, nîşan da ku êdî ne saziyeke hiqûqî ye. Bûye aparteke îktîdarê. Ew bi xwe jî dizanin ev KHK kesî qaneh nakin. Eger mafê KHK'iyan ê hilbijartinê tune be, nexwe çima serlêdana wan hat qebûlkirin. Tu eleqeya vê yekê bi hiqûqê re tune ye. Rejîm têkçûyînê tehemil nake. Îktîdara xwe bi darê zorê didomîne. Ev xespkirin e."    ‘ÊN SINCIRANDIN NIKARIN SAR BIKIN'    Şenoglû, gotina Serkomar Erdogan ku gotibû "Em hesinê sincî sar bikin" bi bîr xist û got: "Pêşî divê mirov binere ka hesin ji bo çi sincirî ye. Kesên hesin sincirandine nikarin sar bikin. Bi rastî jî ev gotin ne ji bo rêvekirina li ber demokratîkbûyînê ye. Wê bi kê re hesin sar bike. Wê bloka Erdogan û MHP'ê hesin sar bikin? Ev berpirsiyarên hemû belayên hatine ser gelên Tirkiyeyê ne."    Şenoglû, diyar kir ku niha jî "Îtifaqa Tirkiyeyê" avêtine holê û got: "Ev tiştekî sixte ye. Wê bi navê îtifaqa Tirkiyeyê tiştek pêk neyê. Eger HDP, gelên bindest, kedkar û vîna gelan tê de hebe, ancax mirov dikare behsa îtifaqeke Tirkiyeyê bike. Lê wexta em li rejîma AKp-Ergenekon û Qesrê dinerin, dijminê HDP û kurdane. Jixwe ji ber îtifaqeke bêyî HDP û kurdan ava kirin têk çûn."    ‘BANG LI DEWLETÊ DIKIN KU LI GOR QANÛNA XWE TEV BIGERE'    Şenoglû, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Grevên birçîbûnê nîşan didin ku ev tecrîd derî hiqûqê ye û bang li dewletê dikin ku li gor qanûnên xwe tev bigere. Her wiha dixwazin li Tirkiyeyê atmosfereke aştiy çêbibe. Her kes dizane ku Birêz Ocalan li Tirkiyeyê mîmarê aştiyê ye. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de ev yek pesend kir. Kesên di greva birçîbûnê de ne, dixwazin ev nêvenga aştiyê careke din çêbibe."    Şengolû, anî ziman ku wexta her kes peywira xwe baş bi cih bîne wê tecrîd bi dawî bibe.    MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik