Li AYM’ê qilqaliya DMME’ê: Biryar hemû wekîlên girtî eleqedar dike 2017-11-14 11:28:39 ENQERE – Ji parêzerên wekîlên HDP’ê Reyhan Yalçindag AYM ku roja Pênşemê cara ewil dê serlêdana wekîlekê girtibû dest, wekî biryarekederengmayî nirxand û got ku: “Biryara ji bo Gulser Yildirim bê dayîn divê ji bo hemû wekîlên girtî belav bibe.”  Piştî girtina wekîlên HDP’ê ya di 4’ê Mijdara 2016’an de, serlêdana “Wekîlên girtî nayên darizandin” hatibû kirin û biryara AYM’ê wekî emsal hincet hat nîşandan û serlêdana kesayetî hat kirin. Piştî salek bi ser re derbas bû Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji van serlêdanan yek jê hefteya bihûrî girt rojeva xwe. AYM'a ku serlêdana Wekîla HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim girt rojeva xwe, bi meraq li bendê ye ku AYM dê roja 16’ê Mijdarê biryara xwe bide.    Têkildarî mijarê ji parêzerên wekîlên HDP’ê yên girtî Parêzer Reyhan Yalçindag ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Yalçindag got ku AYM rojeva serlêdana wekîlên girtî girtina rojeva xwe, biryarek dereng maye û divê ev biryar bi awayekî hemwext ji bo hemû wekîlên girtî derbas bibe.    Yalçindag destnîşan kir ku têkildarî biryara wekîlên girtî nayên darizandin, AYM’ê di sala 2013’an de ji bo wekîlên CHP’ê Mustafa Balbay daye û divê ev biryar jî wekî wê biryarê derbikeve û piştî girtina wekîlên HDP’ê serlêdana îtirazê ji aliyê dadgehên herêmî ve hatin redkirin û pişt re wekîlên girtî serî li AYM’ê dabûn.    'XWE BI XWE ÎNKAR DIKE’    Yalçindag da zanîn ku ji bo Gulser Yildirim di 6’ê Kanûnê de serî li AYM’ê hatiye dayîn û wiha axivî: “Me wek parêzeran çend caran li ber AYM’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Me li wir jî diyar kiribû û ji bilî wê jî me di dema darizandina li hemû odeyên dadgehê jî diyar kiribû. Ji bo me encam ji AYM’ê negirt serî li DMME'ê da. Ji bo wê serlêdana me ya AYM’ê hema bêje salek e AYM xwe tune dihesibîne û rewşek wisa heye. Çunkî biryara Balbay heye. Piştî vê biryarê wekîla wê deme ya BDP’ê Gulser Yildirim girtî bû. Lê çi bû ku Yildirim a ku di 3’yê Çileya 2014’an de bi heman biryara AYM’ê tahliye bû lê îro girtina wê didome.”    Yalçindag anî ziman ku di şexsê Yildirim pêvajoya li Tirkiyeyê li holê ye û eleqeya vê rewşê bi hiqûq, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî re tune ye. Yalçindag aşkera kir ku biryara nedayîna AYM’ê ya heta niha xwe bi xwe înkar dike û xwe bi xwe tune dike û xwe bêfonksiyon dike.    'BIRYAREK DERNEG MAYÎ YE’    Yalçindag bal kişand ser bi yek carê anîna rojevê ya serlêdanê û ev tişt parve kir: “Îhtîmala 24’ê Mijdarê ku DMME'ê ji Tirkiyeyê re dem nas kiribû nêz dibe heye. Hikumet dê heta vê dîrokê bersiva xwe bide. Vê anîna rojevê ya vê serlêdanê tişta tîne bîra me ji DMME’ê rê bêjin ‘lê binêrin serî li rêya hiqûq dan, salek derbas bû me jî hilda rojeva xwe.’ Jixwe li holê ye heta niha negirtine dest. Mixabin heta niha ku vê serlêdanê negirtine dest jî dereng maye.”   'PÊWÎST E DOSYEYA HEMÛ WEKÎLAN HEMWEXT BIGIRIN DEST’    Yalçindag destnîşan kir ku ferqa tu wekîlê ji hev tune ye û wiha pê de çû: “Heke ku dema wê hatiye û van serlêdanan digirin dest. Divê demildest dosyeyên hemû wekîlan bi awayekî hemwext bigirin dest. Ferqa Gulser Yildirim ji yên din û ferqa yên din jî ji Yildirim tune ye. Naveroka hemû dosyeyan wekî hev e.”    ‘BIRYAR DIVÊ JI BO HEMÛYAN DERBAS BIBE’    Yalçindag biryara AYM’ê ya ji bo parlamenterên wê demê yên BDP’ê ku dabû û 5 wekîl hatibûn berdan jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî biryara Balbay 7 wekîlên parlamentoya Tirkiyeyê tahliye bûn. Lewma roja Pêncşemê Lîjneya Giştî biryarek wisa ji nû ve bide, neçar e ku ev biryar ji bo hemû wekîlên girtî derbas bibe.”    MA / Hayrî Demîr