Endamên MBY-DER’ê çûn serdana Leyla Guven 2019-04-25 16:05:32 AMED - Endamên MBY-DER’ê, çûn serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 159 rojin di greva birçîbûnê deye.  Endamên Komeleya Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MBY-Der), çûn serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 169 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye. Endamên MBY-DER’ê, ji ber rewşa hesas a Guven, di deriyê odeyê de silav dan Guven û derbarê rewşa Guven de agahî ji refeqetvanên wê girtin.    ‘EM NAXWAZIN KES BIMIRE’   Endama MBY-DER’ê Meyrem Soylû piştî serdanê li ber mala Guven daxuyanî da û wiha got: “Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven dest pêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû berdewam dikin û asta krîtîkbûnê derbas kirine. Bi hezaran mirovên me, îro li girtîgehan di grevên birçîbûnê dene. Rewşa tenduristiya wan di asta krîtîk deye.  Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Divê demildest hemû kes berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin. Em hemû kesên alîgirên demokrasî û edaletê ne, dawetî hestiyariyê dikin. Êdî em naxwazin li welat kes bimire.”