Jinek li Îzmîrê hat kuştin 2019-04-25 13:25:06   ÎZMÎR - K. Akçali yê li navçeya Konak dijî, bi hinceta hevjînê wî Sîbel Akçali bi telefonê re mijûl dibe, kuşt.    Emekdarê kar K. Akçali yê li Taxa Kahramanlar a navçeya Konak a Îzmîr dijî hevjînê xwe Sîbel Akçali kuşt. K. Akçali, bi hinceta hevjînê wî Sîbel Akçali bi telefonê re mijûl dibe û peyaman ji zilan re dişîne, kuşt. Li ser agahiya kesên derdorê, ekîbên polîs û tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Akçali ya bi giranî birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Zanîngeha Ege ye. Ligel hemû mudaxileyên bijîşkan jî, Akçali jiyana xwe ji dest da. Polîsên ku K. Akçali binçav kirin, birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr.    Keça Akçali G. Akçali ya di dema bûyerê de li malê bû, diyar kir ku dayika wê di telefonê de lîstûk dilîst, lê bavê wê dayika wê bi sûcdariya “Tu ji zilamekê re peyaman dişînî” kuşt.