Derbarê 5 polîsên din de giliyê sûc hat kirin 2019-04-25 12:31:09 AMED – Di danişîna 14 polîsên di mitînga HDP’ê de ya teqîn pêk hat “wezîfeya xwe piştguhkirine” dadger derbarê 5 polîsên din de jî giliyê sûc kir.  Di 5’ê hezîrana 2015’an de li Amedê li dijî mitînga HDP’ê teqîn pêk hatibû. Di teqînê de gellek kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan kes birîndar bibû. Bi sedema teqînê ku 14 polîsan “wezîfeya xwe piştguhkirine” doz hatibû vekirin. Danişîna doza polîsan li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin. Polîsên bersûc beşdarî dozê nebûn û parêzer amade bûn.    DAXWAZA LÎSA ÇALAN HAT QEBÛLKIRIN    Di danişînê de parêzera Lîsa Çalan a du lingê wê jê bûn Dorşîn Demîr xwest miwekîla wê Çalan beşdarî danişînê bibe. Demîr her wiha xwest bila polîs ne ji ber ku wezîfeya xwe xerab bikar anîne di heman demê de bila polîs ji sûcê “kes kuştine” bên darizandin. Piştî daxwazên parêzer, dadger biryara navberê da û biryar da ku Lîsa Çalan beşdarî danişînê bibe.    Dadger her wiha xwest derbarê 5 polîsên din ku bi teqîna qutiya çopê re têkiliya wan heye giliyê sûc bê kirin.    Dadger daxwaza bila dosye li dadgeha cezayê giran bê dîtin red kir û danişînê taloq kir.