Zaroka rastî tecawîzê hat, taburcu bû 2019-04-25 12:29:52   STENBOL – Zaroka 5 salî ya li navçeya Kuçukçekmece rastî tecawîzê hat û dûre rakirin nexweşxanê, tabûrcû bû.    Zaroka keç a 5 salî ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê rastî tecawîzê hat, piştî dermankirinê ji nexweşxanê hat derxistin.    Odeya Bijîşkên Stenbolê (ÎTO), derbarê mijarê de li ser hesabê medya civakî, daxuyanî da û got: “Spekulasyonên zaroka biçûk jiyana xwe ji dest daye ne rastin. Zaroka me ya keç a li Kuçukçekmecê rastî tecawizê hat, dermankirina wê ya li nexweşxanê bi dawî bû. Talûkeya wê ya jiyanê tuneye û me teslîmî malbata wê kir. Emê heya dawiyê şopdarê vê pêvajoyê bin.”