Kesên Xelata Nobelê girtine ji bo Ocalan bang li Tirkiyeyê kirin: Berdin 2019-04-25 11:03:32 STENBOL - 51 ronakbîr, nivîskar û zanyarên Xelata Nobelê girtin, bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin, bang demildest bikeve nava tevgerê li Tirkiyeyê kirin.  Komeke ku li Elmanyayê xwe weke “Dostên gelê Kurd” binav dikin, kompanyeya îmzeyan a di Çileya 2019’an de, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kirin, dewam dike. Gelek navên girîng ên di salên cuda de Xelata Nobelê girtine, piştgirî dan kampanyayê û metneke bangawaziyê weşandin.   Di metna bangawaziya 51 ronakbîr, nivîskar û zanyarên xelat girtine de ev tişt hatin gotin:    “Em weke xwediyên Xelatên Nobelê, di vê pêvajoya krîtîk a Tirkiyeyê  de, ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û dawî li girtinên mehkûmên siyasî were, divê hikumeta Tirkiyeyê tavilê bikeve nava tevgerê. Li ser vî esasî em piştgiriyê didin parlamentera Kurd Leyla Guven, parlementerên Kurd ên li Amedê jiyana wan di talûkê deye û bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê dene.  Em bang dikin ku Abdullah Ocalan û hemû girtî û hikûmxarên siyasî yên li Tirkiyeyê bên berdan û dawî li grevên birçîbûnê bê.”    Navê xwediyên Xelatên Nobelê yên metn îmze kirin wihan e:    Adolfo Pérez Esquivel, Arjantîn 1980  Betty Williams, Îrlandaya Bakur 1976  Desmond Tutu, Afrîka Başûr 1984  F. W. De Klerk, Afrîka Başûr 1993  Jody Williams, Dewletên Yekbûyî yên Emerika 1997  José Ramos-Horta, Tîmûr a Rojhilat   Leymah Roberta Gbowee, Liberya 2011  Mairead Corrigan Maguire, Îrlandaya Bakur 1976  Oscar Arias, Kosta Rika 1987 Shirin Ebadi, Îran 2003 Dudley R. Herschbach, Dewletên Yekbûyî yên Emerika 1986  Elias James Corey, Dewletên Yekbûyî yên Emerika 1990  Gerhard Ertl, Elmanya 2007  Joachim Frank, Elmanya 2017  John C. Polanyi, Kanada 1986  Kary B. Mullis, DYA 1993  Richard Henderson, Îngîltere 2017  Robert H. Grubbs, DYA 2005 Roger D. Kornberg, DYA 2006  Thomas R. Cech, DYA 1989 Walter Gilbert, DYA 1980  Yuan T. Lee, Tayvan 1986   Edward C. Prescott, DYA 2004  Eric S. Maskin, DYA 2007  Finn E. Kydland, Norveç 2004 Oliver Hart, Îngiltere 2016.   Alice Munro, Kanada 2013 Elfriede Jelinek, Avûstûrya 2004 J. M. Coetzee, Afrika Başûr 2003  Mario Vargas Llosa, Peru 2010 Wole Soyinka, Nijerya 1986 Carol W. Greider, DYA 2009  Edmond H. Fischer, Îsviçre 1992  Eric R. Kandel, Avûstûrya  2000  Erwin Neher, Elmanya 1991  J. Robin Warren, Avûstûralya 2005  Jack W. Szostak, Îngîltere 2009  Leland H. Hartwell 2001  Louis J. Ignarro, DYA 1998 Sir Richard J. Roberts, Îngîltere 1993  Sydney Brenner, Afrika Başûr 2002 Thomas C. Sudhof, Elmanya 2013  Tim Hunt, Îngîltere 2001  Torsten N. Wiesel, Îsveç 1981.   Anthony J. Leggett, Îngîltere 2003  Gérard Morou, Fransa 2018  Kip Stephen Thorne, 2017  Sheldon Glashow, 1979  Steven Weinberg, 1979  William D. Phillips, 1997