Kesên li Esenyûrtê hatin binçavkirin, hatin berdan 2019-04-25 10:32:28   STENBOL - 6 kesên bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li Qada Esenyûrtê çalakila rûniştinê pêk anîn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, bi armanca balê bikişînîn ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin, çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. 6 kesên li Qada Esenyûrtê dest bi çalakiyê kirin rastî mudaxileya polîsan hatin. Polîsan 6 kes kiribûn binçavan û biribûn Midûriyeta Polîsan a Esenyûrtê. Her 6 kes duh bi şev di saetên şevê de hatin berdan.