Hevşaredara Yenîşehîrê: Ji bo gel qurîşek jî nehatiye xerckirin 2019-04-25 09:14:55 AMED - Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken diyar kir ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji qaseya şaredariyê ji bo saziyên din pere xerc kirine û got: "Lê ji bo gel qurîşek jî xerc nekirine."  Di 8'ê Kanûna 2016'an de Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariay Yenîşehîr a Amedê kiribû. Lê belê di 31'ê Adarê de HDP'ê 62.32 ji sedî deng girtin û şaredarî bi dest xist.    Hevşaredar Belgîn Dîken, bal kişand ser taxrîbatên bi destê qeyûm pêk hatine.    Dîken, anî ziman ku piştî wan mazbataya xwe girtiye wan 4 qulûbeyên polîsan ên li ber şaredariyê rakirine. Dîken, anî ziman ku kursî û maseyên li odeya meqamê hatine rakirin û got: "Texrîbatên mezin hene. Avahiya şaredariyê nû ye, lê belê hatiye texrîbkirin. Bi demê re em ê wê bikin wek berê. Xwaringeh veguherandine depoyê."    Dîken, bi bîr xist ku piştî qeyûm wesayîta meqamê ya şaredariyê tahsîsî qeymeqamtiyê kir, bi hinceta "bibenzîn e" wesayît îade kiriye û ew ê 3 wesayîtên din jî bi biryara meclîsê dîsa bînin.    ‘PERE JI BO SAZIYÊN DIN ÊN DEWLETÊ HATINE XERCKIRIN'    Dîken, diyar kir ku qeyûm pereyên şaredariyê ji bo saziyên din ên dewletê xerc kiriye û got: "Pere hemû ji bo saziyên din ên dewletê hatine xerckirin. 7 milyon lîre per ji bo Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî hatiye xerckirin. Ji bo miftîtiyê jî bi milyonan pere hatiye xerckirin. Ji bo civîna vekirina Kulliyeya Hamîdiyeyê ku Suleyman Soylû tev lê bûye 3 milyon lîre pere hatiye xerckirin. Ji bo propagandaya hilbijartinê ya AKP'ê, ji bo reklam û organîzasyonan 669 lîre û ji bo ragihandinê jî 105 hezar lîre hatiye xerckirin. Di dema hilbijartina 31'Ê Adarê de ji bo emniyetê bi 34 hezar û 500 lîreyî wesayît hatine kirêkirin."    Dîken, anî ziman ku qeyûm ne ji bo xizmetê ji bo rantê pere xerc kirine û got: "28 milyon lîre kredî kişandiye. Piraniya van deynan ji me re hiştine. Ji bo mirovên xizan pere nehatiye xerckirin. Em ê hesabên vê yekê bipirsin. Gelek tişt jî dewr û tahsîs kirine. Ji bo pirsgirêk û meseleyên gel qurîşek jî nehatiye xerckirin."    ‘EM Ê MAL BI MAL JI GEL BIPIRSIN'    Dîken, diyar kir ku berî ew dest bi xebatan bikin ew ê mal bi mal bigerin û got: "Em ê mal bi mal bigerin û ji gel biprisin. Em ê cîvînên gel çêbikin û bi hev re meseleyan hel bikin. Em ê tevî xebatkarên şaredariyê li cihê cih pirsgirêkan lêkolîn bikin û em ê tevî gel bixebitin."    Her wiha Dîken diyar kir ku ew ê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ku qeyûm ew dabû sekinandin ji nû ve aktîf bikin û got: "Navenda Jiyanê ya Jinê ku nû hatibû çêkirin ji bo 25 salan tahsîsî qeymeqamtiyê hatiye kirin. Em ê ji bo jinan hin xebatan bidin destpêkirin. Em ê dest bi xebtaên kooperatîfbûyînê bikin. Em ê bazarên semtî yên jinan ava bikin."    MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç