Parêzerê Komkujiya Beybahçayê: Heta heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin 2019-04-25 09:08:16   DÎLOK – Dadgehê der barê Komkujiya Beybahçeyê de bi heman hincetê ceza li bersûcekî birî û bi heman hincetê jî der barê bersûcekî de biryara beraatê da. Parêzerê dozê Yakûp Koca, diyar kir ku ew ê îtiraz bikin û heta dawiyê bitêkoşin.    Di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê DAIŞ'ê êrîşek pêk anî û di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes mirin û gelek kes jî birîndar bibûn. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Kayseriyê der barê komkujiyê de biryar da. Di biryarê de li 7 kesan 58 caran, li kesekî jî 61 caran cezayê muebeta giran birî û der barê hevjîna Emîrê DAIŞ'ê yê Dîlokê Mehmet Kadîr Cabael Fadîle Cabael û Hamza Nûrî Çalikûş de biryara beraatê da. Parêzerê dozê Yakûp Koca biryara dadgehê nirxand.    ŞAHID NEHATIN GUHDARKIRIN    Koca, diyar kir ku di vê komkujiyê de zarok hedef hatine girtin û di dîroka Komara Tirkiyeyê de komkujiyeke pir mezin e. Koca, anî ziman ku ew li bendê bûn ku darizandina vê komkujiyê li gor prensîbên hiqûqê bihatana kirin, lê belê aşkerekirina berpirsiyaran hatiye astengkirin. Koca, got: "Kesên ne di navenda vê bûyerê de bûn, bi sedan sal cezayê giran li wan hat birîn. Daxwazên me yên ji bo lêkolînkirina dosyeyê hatin redkirin. Hiqûqa ji bo ebrsûcan pêk hat, ji bo xizmên mexdûran pêk nehat. Dadgehê şahidên ku dê gelek tişt aşkere bikirana guhdar nekirin. Peywirdarên cemaweriyê ku di vê bûyerê de berpirsiyariya wan jî heye, bi tu awayî neketin rojevê. Daxwazên me yên di vî warî de jî hatin redkirin."    Koca, diyar kir ku dozger xwestiye Hamza Nûrî Çalikûşû û Fadîle Cabael bên cezakirin, lê belê dadgehê der barê wan de biryara beraatê daye. Koca, bilêv kir ku cezakirina bersûcên din hinekî dilê mirovan rihet dike, lê belê beraatkirina hin kesan şik û gumanên me zêde dike. Koca got: "Plansazê vê komkujiyê Emîrê DAIŞ'ê Kadîr Cabael e. Hevjîna wî Fadîle Canael jî bi çavê xwe xwekuj dîtiye, lê belê di danişîna duyemîn de hat berdan û paşê der barê wê de biryara beraatê hatiye dayîn."    BI HEMAN HINCETÊ HEM BERAAT HEM JÎ CEZA    Parêzer Koca destnîşan kir ku di dozê de hiqûq û krîterên sereke yên hiqûqê hatine binpêkirin û got: "Dadegê di biryara xwe de bi heman hincetê ceza li bersûcekî birî û bi heman hincetê jî der barê bersûcekî de biryara beraatê da. Ev yek jî nîşan dide ku hiqûq çi qas hatiye binpêkirin. Em jî nikarin vê rewşê rave bikin."    ‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'    Koca, diyar kir ku wan xwestiye şopa tiliyên hemû bersûcan bê lêkolînkirin. Koca, da zanîn ku gelek raporên pêzaniyê yên di dosyeyê de jî li hev dernakevin û kiryarên sereke nehatine lêkolînkirin û cezakirin. Koca, got: "Ji bo bûyer tam zelal bibe û kiryarên sereke bên tespîtkirin me xwest daxwazên me bên qebûlkirin. Lê belê ji bo rastî derkeve holê lêkolîn û darizandineke baş nehatiye kirin. Prensîba sereke ya hiqûqê ew e ku delîlên bimukayese bên nîqaşkirin û paşê biryar bê dayîn, lê belê yek ji van jî nehat kirin û bi lez bez darizandin pêk hat. Di biryara dadgehê de gelek xal hene ku tetmîn nake."    Koca, diyar kir ku ji bo îtirazê ew ê serî li dadgeha îstinaf û Dadgeha Bilind bidin û got: "Heta heqîqet dernekeve holê em ê di warê hiqûqî de bitêkoşin. Eger bivê em ê dosyeyê bişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)."    MA / Muhamed Abdulkadir Esen