‘Ne mirin, em dixwazin nûçeyên jiyanê çêbikin' 2019-04-25 09:06:19 STENBOL – Bûlût Dogan ku xizmê wî di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ji bo derve dibin hêvî. Dayika Şemiyê Hanim Tosûn jî xwest her kes bibe dengê çalakgeran û rojnamevan Serpîl Unal jî got: "Ne mirin, dixwazim nûçeyên jiyanê çêbikim."    Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Dayika Şemiyê Hanim Tosûn, Mûstafa Yaşar ku demeke dirêj li dijî girtîgehên tîpa F di greva birçîbûnê de maye, welatiyê bi navê Bûlût Dogan û rojnamevan Serpîl Unal der barê grevên birçîbûnê de axivîn.    ‘DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ WAN'    Hanim Tosûn ku di 1995'an de hevjînê wê Fehmî Tosûn di bin çavan de hat windakirin, anî ziman ku mafên mirovî yên Ocalan hemû hatine binpêkirin û niha bi hezaran kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê di greva birçîbûnê de ne. Tosûn, got: "Leyla Guven û bi hezaran girtî li dijî tecrîdkirina Birêz Abdûllah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Em parêzvanên mafên mirovan mafê jiyanê yê her kesî diparêzin."    Tosûn, bang li her kesî kir û xwest ji bo jiyana çalakgerên di greva birçîbûnê de dengê xwe bilind bikin.    'DIVÊ LI BER XWE BIDIN'   Mûstafa Yaşar ku di salên 2000'î de li dijî girtîgehên Tîpa F demeke dirêj di greva birçîbûnê de me û 2 meh berê ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê derketiye, destnîşan kir ku tecrîd li dijî rûmeta mirovahiyê ye û got: "Mirov, hebûneke civakiyî ye. Loma divê hin kes li cem wî hebin ku bikaribe biaxive. Lê niha gelek girtîgehên Tirkiyeyê ji beşên yek kesî û 3 kesan pêk tên."    Yaşar, diyar kir ku ji ber berê ketiye greva birçîbûnê tenduristiya wî nebaş e, gelek hevalên wî niha nikarin bimeşin û di warê zihnî de pirsgirêk rû dane. Yaşar, got. "Hevalên demeke dirêj in di greva birçîbûnê de ne, divê ne ji bo mirinê, bi inyad li hemberî dijmin bêtir li ber xwe bidin û li ser piya bisekinin."    ‘DIBIN HÊVÎ'    Xizmê girtiyekî Bûlût Dogan jî anî ziman ku kesên di greva birçîbûnê ji bo derve dibin hêvî û her çend rewşa tenduristiya wan nebaş be jî lê moralê wan pir baş e û divê hikûmet rojek berî rojekê gavina bavêje.    'NE MIRIN, DIXWAZIM NÛÇEYÊN JIYANÊ ÇÊBIKIM'    Nûçegihana Yekîtiya Têkoşînê Serpîl Unal jî diyar kir ku asta gervên birçîbûnê di asteke krîtîk de ye û got: "Ez rojnamevan im û ne nûçeyên mirin dixwazim nûçeyên jiyanê çêbikim. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye û heta ji destê me tê em hewl didin bibin dengê wan."