Wê bi dirûşmeya 'Kar, ked, aştî û edaletê' dakevin qadên 1'ê Gulanê 2019-04-25 09:03:08   ADANA - Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Edeneyê bi dirûşmeya "Kar, ked, azadî û edalet" her kesî vexwand qadên 1'ê Gulanê.    Wê li Edeneyê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Bijîşkan a Edeneyê, Baroya Edeneyê û hin partiyên siyasî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi dirûşmeya "Kar, ked, azadî û edalet" li Qada Ûgûr Mûmcû bê pîrozkirin.    Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Edeneyê Tongûç Ozkan, diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulana îsal de bal bikişînin ser krîza aborî, rewşa hiqûqê ya li Tirkiyeyê û aştiyê. Ozkan, diyar kir ku ew dixwazin yekîtiya di hilbijartina herêmî de rû da di 1'ê Gulanê de jî dewam bike û hemû kedkar û karkeran vexwand qadên 1'ê Gulanê.    Sekreterê Şaxa Genel-Îş'ê ya Eddeneyê Serdar Çapar jî ji bo azadî û piştevaniyê her kesî vexwand qada 1'ê Gulanê û Sekreterê Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê Erol Salman jî got: "Di 1'ê Gulanê de ji bo seferberoya demokrasî û kedê em her kesî vedixwînin qadên 1'ê Gulanê."