Ji bo heywanên xwe gund bi gund li ka û giya digerin 2019-04-25 09:01:20   COLEMÊRG – Li Colemêrgê, di zivistanê de ka û gihayê ji bo heywanan hatibûn berhevkirin qediyan û niha welatî nizanin dê çawa heywanên xwe xweyî bikin. Li herêmê ji ber hîn jî hin zozan qedexe ne û berfa li ser hinan jî neheliyaye, gundî gund bi gund li giya û kayê digerin.    Îsal li Colemêrgê zivistanê zû dest pê kir û hîn jî didome. Ev yek tesîr li sewalvaniyê jî kir. Gundiyên ku ka û giyayên wan qediyane, niha tiştek tune ye bidin heywanên xwe. Ji ber zozan qedexe ne û berfa li ser hinan jî neheliyaye, gund bi gund li giya û kayê digerin.    Tahsîn Yîgît ku li gundê Çemê Îsman 30 sal in şivantiyê dike, anî ziman ku zivistana îsal dirêj ajot û ji ber vê giya û kayê di kadînan de qedeiyane.    ‘JI BER QEDEXEYÊ EM NIKARIN BIÇIN ZOZANAN'    Yîgît, anî ziman ku ji ber vê rewşê ew gund bi gund li ka û giya digeriyn û got: "Her sal vî çaxî me heywan dibirin zozanan. Lê niha hîn jî ew zozan di bin berfê de ne. Gelek zozanên me jî hatine qedexekirin û em nikarin giyayê li wir bidirûn. Ji ber vê em mecbûrî ka û giya dikirin. Ev yek barê me giran dike. Em dixwazin qedexeya li ser zozanên me bi dawî bibe."