Dayikan şideta polîsan protesto kir 2019-04-24 17:58:30 AMED - Çalakiya dayik a li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi dawî bû. Dayik, ji bo bal bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîd li ber girtîgehê hatibûn gel hev û polîsan êrîşî wan kiribû û bi darêz zorê ew li otobêsê siwar kiribûn.  Dayikan xwest li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt dayik daxuyaniyê bidin û bi şideta polîsan re rû bi rû man. Dayik, ber destê nîvro bi mudaxileya polîsan re rû bi rû man û polîsan bi darê zorê wan li otobêsê siwar kir û wan ji ber girtîgehê dûr xistin. Her wiha wexta li ototbêsê hatin siwarkirin jî bi şideta polîsan re rû bo rû man.    Dayikên bi otobêsên hatin ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya li navçeya Rezanê, li ser mêrdewanên avahiyên yên li derve çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikên ku şideta polîsan protesto kir, nêzî 2 saetan di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe dewam kirin. Di dema çalakiyê de tim dirûşmeya "Bijî berxwedana zindana" berz kirin.    Her wiha di dema çalakiyê de dayikan bang li gelê Amedê kir û gotin "Amed rabe ser piya" û "Leyla Guven rûmeta me ye."    Piştî du saetan Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hevdîtin bi dayikan re çêkir û piştî hevdîtina dayikan çalakiya xwe bi dawî kir û berê xwe dan avahiya HDP'ê ya Amedê.