Tecawiza li Kuçukçekmece şermezar kirin 2019-04-24 17:26:50 STENBOL - Bi sedan kes, tecawiza li dijî zaroka 5 salî ya duh li Kuçukçekmecê pêk hat şermezar kirin û xwestin tecawîzkar bên girtin û darizandin. HDP’ê û Meclîsa Jinan a Stenbolê, diyar kirin ku ewê şopdarê bûyerê bin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, tecawiza li dijî zaroka 5 salî ya li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece pêk hat şermezar kir. HDP’ê li ber Qereqola Kanarya daxuyaniya çapemeniyê pêk anî, parlementera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû û bi sedan kes beşdarî daxuyanî bûn. Di daxuyanê de dirûşmeyên “Zilam ne edalete, em edalet rast dixwazin” û “Zarok bêdeng dimînin, lê tu bêdeng nemîne” hatin berzkirin. Kerestecîoglû, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Agahiyên zarokê jiyana xwe ji dest daye ne rastin. Divê zarok bê parastin û ji bo başiya zarok her  tişt bê kirin.”   KERESTECÎOGLU: EMÊ ŞOPDARÊ BÛYERÊ BIN   Kerestecîolgû, diyar kir ku ew bi salane têkoşîna jinan didin û wiha bilêv kir: “Gelek jin û zarokên ev bûyer hatin serê wan min dîtin. Li vê taxê parastina zarokan li ser milê we û yê me ye. Divê em hemû başiya vê zarokê bixwazin û wê biparêzin. Ji ber ku hûn xwedî vê derê derketin em spasiya we dikin.”   'JIN Û ZAROK NAYIN PARASTIN'   Meclîsa Jinan a Stenbolê jî, li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kanûnîn Sûltan Suleyman tecawîz şermezar kirin. Li ser navê Meclîsê Dîlber Sunnetçîgolû daxuyanî da û got jin jî, zarok jî nayin parastin.    Sunnetçîoglû, diyar kir ku divê qanûna parastina zarokan bê aktîf kirin û wiha axivî: “Zaroka ku rastî tecawizê tê, zaroka hemû kesane. Parastina vê zarokê, peywira me hemûyane. Cejna zarokan tenê li welatê me tê pîrozkirin. Ev zarok roja cejnê rastî tecawizê tê. Bersûc hîna ne hatine girtin. Divê bersûc demildest bên girtin û cezayê herî giran li wan bê birîn. Me hevdîtin bi malbatê re kir. Heya dawiyê jî emê li gel wan bin. Emê bi wan re têkoşîna xwe berdewam bikin û şopdarê bûyerê bin.”