Boblîsok li Antalyayê rabû 2017-11-14 10:27:55 ANTALYA - Li 5 navçeyên Antalyayê baran barî û piştî baranê bablîsok rabû. Ji ber bablîsoka dijwar gelek serayên çandiniyê zerar dîtin, 31 kes jî birîndar bûn. Li navçeyên wekî Fînîke, Kumluca, Kaş, Demre û Kemerê yên Antalyayê duh bişev baraneke dijwar barî û piştî baranê bablîsok rabû. Ji ber bablîsokê dar ketin û têlên ceryanê qutbûn. Di bablîsoka dijwar de serayên çandiniyê û cihên welatiyan texrîb bûn.   5 KARKER BIRÎNDAR BÛN   Bablîsoka dijwar duh saet di 21.30'an de li Fenîkeyê dest pê kir, ber bi bejahiyê ve lêda û herêmên wekî Turunçova, Sahîlkent, Yuval û Çavdir Yellîceyê da ber xwe, gelek sera û cihên welatiyan texrîb kir. Xortoma ku 300 metre firehiya wê û 10 kîlometre dirêjahiya xwe hebû, tê gotin ku li herêmê texrîbateke gelekî mezin pêk aniye. 3 mal bi zêdehî, gelek avahî û kargehên welatiyan zerarên mezin dîtin, yek jê kamyon û 5 maşîne ji ber xortomê wergeriyan. Konteynira karkerên înşaeta qaymeqayam a li Taxa Sahîlkentê ji ber xortomê wergeriya û 5 karker birîndar bû, li gel karkeran bi giştî 18 kes rakirin li taxê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Fenîkeyê. Ji birîndaran 13 kes li ser piyan hatin dermankirin, 5 kes dermankirina wan dewam dike.   Li navçeya Kemerê jî ji ber xortomê zerarek zêde di mal, kargeh, maşîne û enerjiyê de çêbû. Dîsa baxçeyên hinar, zeytûn û porteqalan jî zerarek mezin dît. Têlên ceryanê qut bûn û di bablîsokê de 5 kes birîndar bûn. Şaredarê Kumçatiyê Husamettîn Çetînkaya der barê zerarên bablîsokê de agahî da û aşkera kir ku seraya 2 hezar donimî hilweşiya ye.