Dayikên daxuyaniya wan hat astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin 2019-04-24 16:28:37 AMED - Xizmên girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin û daxuyaniya wan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, li ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.  Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, ji bo ku bibin dengê zarokên xwe xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên dayik û malbat asteng kirin, bi lêdanê li otobusun şaredariyê siwar kirin û anîn ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya li navçeya Rezanê. Polîsan li vê derê jî malbat kirinê çemberê. Malbat û dayikan li ser vê yekê li ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Li bendêye ku dayik daxuyanî bidin.